"Dewleta tirk ji bêçaretiyê tecrîdê giran dike û êrîşan zêde dike"
Cîgira meclîsa navçeya Şêranê Litfiya Mehmûd têkildarî rewşa tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tê meşandin û pêve girêdayî êrîşên li ser Kurdistanê nirxandin kir û wiha got: "Hemû êrîşên li ser Kurdistanê girêdayî tecrîda li ser Rêber Apo ne. Bîrdoziya Rêber Apo dikare aramî û aştiyê di nava tevahî cîhanê de belav bike, ev yek jî tirsê dixe dilê deshilatan."
BERÇEM CÛDÎ
Kobanê - Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di 15`ê Sibata 1999`an de di encama komployeke navnetewî de hat girtin. Ji wê demê heta niha di tecrîdeke giran de li gireva Îmraliyê tê girtin. Li rex vê yekê dewleta tirk hevdîtinên bi parêzer û malbatê re qedexe dike. Di vê çarçoveyê de Cîgira Meclîsa navçeya Şêranê ya Kobanê Litfiya Mehmûd Silêman tecrîd û êrîşên li ser Kurdistanê nirxand.
"Rêber Apo çavkaniya aramî û aştiyê ye"
Litfiyayê di destpêkê de tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan nirxand û got: "Tecrîda li ser Rêber Apo, tecrîda li ser tevahî jinan, Kurdistanê û hemû netewên azadîxwaz e. Heger rêber Apo ne di girtîgeha Îmraliyê de ba, ez bawerim ku wê tevahî cîhan di nava aramî û aştiyê de bijiyan e. Ji lewra hêzên hegemon û dewletên komploger nahêlin ku rêber Apo ji Îmraliyê derkeve. Dewleta tirk bi hevkariya tevahî hêzên serdest nahêle ku malbat û parêzer hevdîtinê li gel rêbertî bikin. Ji ber ew diznain ku pirs, pêşniyar, perspektîf û bersivên Rêber Apo dikarin tevahî cîhanê berovajî bike. Ji lewra Rêber Apo di tecrîdeke giran de dijî, her wiha mafên girtiyan yê herî rewa jî nadin. Mînaka vê yekê jî cezayê displînê li rêber Apo hatiye birîn ku nikare derkeve hewşê û volta avêtin qedexekirin e."
"Emê ji bo azadiya rêberê xwe ya fîzîkî tu carî ranewestin"
Litfyayê helwesta xwe ya li hember polîtîkeyên dewleta tirk ên girankirina tecrîdê wiha anî ziman: "Dewleta tirk û hevkarên wî difikirin ku ewê bi vê polîtîkayê gel bê hêvî bikin û têkoşîna me rawestînin. Lê perspektîf û pirojeyên Rêber Apo yên ji destpêkê û heta niha jî, em dewam dikin. Em ji her demê zêdetir gotin û daxwazên rêber Apo bi cih tînin. Bê guman heger ew îroj ne di girtîgehê de ba wê berhemên zêdetir derketine holê, lê dîsa jî em têkoşîna Rêbertî didomînin. Li ser vê bingehê her ku dewleta tirk tecrîdê giran dike, em weke jin û dayîk, gel, sazî, rêveberî û qada leşkerî jî asta berxwedaniyê bilind dikin. Çawa ku Rêber Apo di nava çar dîwaran de ji bo me têdikoşe, emê jî tu carî ranewestin."
Litfiya Silêman di domandina axaftina xwe de êrîşên li ser Kurdistanê bi tecrîda li Îmraliyê ve girê de û got: "Êrîşên li ser Rojavayê Kurdistanê ji tecrîda li ser Rêber Apo ne qûtin. Di roja îro de şerekî dijwar li tevahî eniyên şer rû dide, qaşo hêzên Rûsiya û dewleta tirk lihevkirin çêkirbû. Lê em dibînin ku ev êrîş nehatin rawestandin, berovjî zêdetit dibin. Bi gotineke din çi mafê dewleta tirk heye ku bi balefirên bê mirov bajarên me bombebaran bike û sivîlan qetil bike. Hêza garantor Rûsiya jî bê bersiv û helwest dimîne, ev yek ji me re teqez dike ku herdû hêz jî hevkarên hevin. Em baş dizanin ku dewleta tirk aloziyeke gelek alî dijî, ji ber vê êrîşî Başûr, Rojava û Bakurê Kurdistanê jî dike. Bi taybet li Rojava-Bakur û Rojhilatê Sûriyê hemû rêbazên êrîşan bi kar tîne. Piropogandeyên êrîşeke nû, şerê taybet û şerê leşkerî jî."
Cîgira meclîsa navçeya Şêranê Litfiya Mehmûd Silêman axaftina xwe bi van gotinan bi dawî kir: "Dewleta tirk li ber têkçûnê ye, ji ber vê çawa ku çeteyên wî di Kobanê, Bakur û Rojhilatê Sûriyê de tune bûn. Wê çarenûsa Erdogan jî heman be. Li ser vê bingehê banga me ji gel re heye ku em bi hev re xwedî li vê axê, rêber Apo û pirojeya wî derkevin."