‘Dewleta Tirk hewl dide DAIŞ'a têkçûyî zindî bike’
Rêveberiya Komîteya Edaleta Jin a Herêma Cizîrê Henîfe Xelîl der barê êrîşên dewleta tirk ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de wiha got: “HSD cîhanê ji hovîtiya DAIŞ'ê parastin lê niha dewleta tirk dixwazê careke din DAIŞ'ê zindî bike.”

VIYAN AMED
Qamişlo - Dewleta tirk ji bo nixumandina rewşa aloz a li welat dijî, dest bi êrîşeke nû ya dagirkeriyê li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, kiriye. Bi balafirên şer û bêmirov, tang, obûs û topên xwe êrîşî seranserî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dike, bi taybetî jî çavkaniyên jiyanê dike armanc. Di heman demê de dewleta tirk dixwaze DAIŞ’ê ji nû ve zindî bike, ji ber vê yekê alîkariyê dide malbatên DAIŞ'ê. Êrîşê girtîgehên çeteyên DAIŞ û kampa holê ya ku bi hezaran çete û tunderewan dihewîne dike ku DAIŞ'î û malbatên wan birevin û tevli çeteyên dewleta tirk bibin. Têkildarî vê mijarê, rêvebera Komîteya Edaleta Jin a Herêma Cizîrê Henîfe Xelîl nêrîna xwe ji ajansa me re anî ziman.
‘Dewleta Tirk çavkaniyên debarê û jêderên jiyanê wêran dike’
Hanîfe Xelîl armanca êrîşên dewleta tirk nirxand û wiha dest pê kir: “Ji 19’ê Mijdarê ve dewleta tirk a dagirker bêser û ber êrîşî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dike. Bi riya balafir, top û obûsan dixwaze bi hinceta teqîna Stenbolê axa me dagir bike. Hilbijartinên Tirkiyeyê nêz dibin, dewleta Tirk ji bo ku dengên xwe yên hundirîn xezenc bike û aloziyên li welatê xwe binixumîne, berê xwe dide herêmên me û ji bo derxistina şerekî navxweyî di navbera me de, hewldanên xwe didomîne. Ev deh roj in, gelê em rastî êrîşên dijwar tê, nexasim çavkaniyên jiyanî û jêderên sereke yên gelê herêmê ji aliyê dewleta tirk ve tên wêrankirin. Cihê tendursitî, cereyan, petrol û avê dike hedef ku binesaziya civakê bide hilweşandin û berê şêniyan bide koçberiyê.”
Plana zindîkirina DAIŞ'ê...
Hanîfe Xelîl di berdewamiya axaftina xwe de bal kişand ser tekiliyên DAIŞ'ê û dewleta tirk her wiha destnîşan kir ku girtiyên DAIŞ'ê ji bo cîhanê deriyê xeteriyê vedikin û got: “22 dewletên endam di NATO’yê de li hemberî êrîşên li ser Rojava, Başûr û Rojhilatê Kurdistanê bêdeng mane û li gorî berjewendiyên xwe tevdigerin. Ji hemû aliyan ve û bi her awayî, dewleta tirk bi DAIŞ’ê re alîkar e, bi hinceta ku xeta wî ya sînor ne parastî ye, rojane êrîş dike. Berovajî rastiyan, dema ku bi hezaran çeteyên DAIŞ’ê xwe li ser xeta sînorê Tirkiyeyê bi cih kirin, wê demê Tirkiyeyê dengê xwe nekir. Hêzên Sûriyeya Demokratîk QSD'ê dîsa dikaribûn planên DAIŞ'ê û hevkarên wî yên Tirk, vala derbixe. Zarokên me ji bo parastina welat, xwe feda kirin. Bi hêza zarokên vî welatî DAIŞ tune bû, di heman demê de hêza zarokên vî welatî cîhanê ji terorê parast ku tu hêz di cîhanê de nikaribû xwe li ber wê hêza tarî bigirta. Li Şengal û Rojavayê Kurdistanê berxwedaniya gel û hêzên me yên gerîla, YPG, YPJ, YBŞ, YJŞ, HPG û YJA Star heman bû, ji bo parastina nirxên mirovahiyê bû.”
‘Li ser xwîna gelê me bazaran dikin’
Henîfe Xelîl bal kişand ser nezîkatiya dewletan li hemberî êrîşan û bazarên ku li ser xwîna Kurdan tên kirin û wiha pê de çû: “Cîhan bêdeng maye li hemberî van êrîşan ji ber ku berjewendiyên wan ên taybet hene. Dewletên garantor li ser hesabê gelê me bi dewleta tirk re bazaran dikin. Dîroka Emerîka û Rûsyayê ji aliyê Kurdan ve tê zanîn, tu carî ji bo gelê Kurd tiştek nekirine. Di encama van kiryaran de, gelê herêmê zirarên mezin dibîne.”
'Em ê li derdora welatê xwe bibin xelekek ji agir’
Hanîfe Xelîl diyar kir ku ew ê li hemberî hemû êrîşan bi ruhê gelê şoreşgerî têkoşînê bidin meşandin û dest ji axa xwe bernedin û wiha bi dawî kir: “Bi hevgirtina gel, Rêveberiya Xweser û hêzên leşkerî dê hemû plan û polîtîkayên dewleta tirk vala derkevin. Rêveberiya Xweser û hêzên me yên leşkerî, gel bi xwe ne û ji hev nayên qutkirin. Em jî dibêjin ku em ê li hemberî van êrîşan bi sebir bin. Çand, ziman û axa me bi xwîna hezaran şehîdan hatiye parastin. Em ê xwe li dora welatê xwe bikin xelekek û tu carî ji welatê xwe dernekevin.”