Dewleta Tirk gopalê Zerga jî ji xwe re xeter dibîne!

Zerga Evdo ya ku tenê tê bîra wê li Bakurê Kurdistanê jidayik bûye, dibêje ku ew bi rêhevala xwe ya salên dirêj re li hemberî êrîşên dewleta Tirk ên qirkirinê li ber xwe dide.

SORGUL ŞÊXO

Zirgan –  Bajarê Zirgan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê, girêdayî Kantona Cizîrê ye û bi biçûkbûna rûbera xwe tê nasîn. Lê di nav de Kurd, Ereb, Ermen û malbatên Kurd hene. Beriya ku sînorê di navbera Bakurê Kurdistanê û Rojavayê Kurdistanê de bê danîn û Kurdistan were perçekirin, ev malbat hatine û li Zirganê bicih bûne. Di serdema berê de, ji serxetê bê astengî dihatin binxetê. Her wiha ji parêzgehên Sûriyê malbatên Hemayê ji ber ewlehiya ku li Bakur û Rojhilatê Sûriyê hebû, tevî êrîşên dewleta Tirk a dagirker jî, xwe spartine wê.

Zerga Evdo ya 93 salî li gundê Girê Mîr dijî. Lê belê li bajarekî Bakurê Kurdistanê di sala 1932’an de hatiye dinê. Piştî ku hevjînê wê 30 sal berê jiyana xwe ji dest dide, bi tenê dimîne û niha têkoşîna xwe bi tenê berdewam dike. Zerga jineke rûbiken e, nûr ji rûyê wê dibare, jiyana xwe bi rêbazeke ku bêyî pêwîstiya wê bi kesî/ê hebe, dimeşîne. Ji bo ku destên xwe li ber kesî veneke, di çend salên dawiyê de di nava gund de dikanek vedike.

Zerga ya ku bi mezinbûna temenê xwe nayê bîra wê ka ji kîjan bajarê Bakurê Kurdistanê ye, di dema zewaca xwe de nebû dayik. Li ser têkoşîn û berxwedana ku di nava top û êrîşên dewleta Tirk a dagirker de li ser xetên agir dimeşîne, ji ajansa me re axivî.

Jiyana di nava êrîşên hewayî û bejahî de

Zerga Evdo got ku ew ji ber êrîşên dewleta Tirk ên bejahî, ji ber topbaranan, bi rojan serê xwe nedaye ser balîfê xwe û wiha berdewam kir: "Ne ji şer be, jiyana me di hezar xweşiyê de ye. Bi hêvî me ku agirê şer vemire û gel mîna berê di nava ewlehiyê de bijîn, bêyî tirs û fikar. Hinek roj hene ji ber dijwariya topbaranan em serê xwe danaynin ser balîfê. Her şevên ku topbaran dest pê dikin, di hundirê mala xwe de dimînim, ji tirsa lihêfê dikşînim ser xwe û dest bi duayan dikim ku Xweda her kesî biparêze."

Tenê tê bîra wê ku ji Bakurê Kurdistanê ye

Zerga Evdo dibêje ku ji Bakurê Kurdistanê ye û wiha dirêjî da gotinên xwe: "Malbata min dayik û bavê min jiyana xwe ji dest dane, li vir ez û 2 birayên xwe hene û birayê min ê sêyemîn li Almanyayê dijî. Her wiha em 4 xwişk in, du ji wan jiyana xwe ji dest dane û ez û yeka din hene. Lê nayê bîra min ku di kîjan salê de em hatine Sûriyeyê herêma Rojavayê Kurdistanê. Tenê vê dizanim û tê bîra min ku em ji Bakurê Kurdistanê ne."

Gopalên sivîlan jî wekî xeteriya li ser ewlehiya xwe dibînin!

Zerga Evdo destnîşan kir ku bi rêhevala xwe ya salên dirêj re û di kêliyên herî zor de li ber xwe didin û hestên xwe wiha anî ziman: "Bi êrîşan gund wêran kirin. Di destê min de gopal heye, ne çek e, dewleta Tirk çima tê êrîşî sivîlan dike? Ma gopalên me jî wek çek li hemberî ewlehiya xwe dibîne? Jiyana me her kêlî bi xeterê re rû bi rû ye, ger êrîşek çêbe ji ber ku ez nexweş im ez ê nikaribim ji mala xwe derkevim. Nexweşiyên çavên min hene, dilê min bi lez diavêje, bêhnçikandin, pirsgirkên min ên meşê jî hene, ji ber çongên min ne weke berê ne. Lê dîsa jî ez li vir mame û ez ê bimînim jî."

'Ger dikaribûma ez ê jî biçûma'

Zerga Evdo da zanîn ku jiyana wê ji jiyana şervanên gulîsor û leheng ên ku wan diparêzin ne şêrîntir e û xwîna wê ji xwîna wan ne sortir e û wiha domand: "Ez ê li vir bim, ji şervanan ne çêtir im û ez jî wek wan im. Em li ser tv û malperên civakî dişopînin ku şervan çawa li ber xwe didin. Ger ez dikaribûma ez ê jî biçûma. Minê pîvaz hûr bikira, xwarin çêkira, ma qey ez nikarim vê jî bikim ji bo hevalên can û xwîna xwe didin ji bo me. Her kes dikare tiştekî bike li vî welatî, kesek bê kar tune ye."

'Şervanan me neparasta îro em ê ne li vir bûna'

Zerga Evdo got ku ne ji keç û xortên ku bi şev û roj wan diparêzin bûya ew ê îro ne li vir bûna û wiha pêl da gotinên xwe: "Ez çiqas dixwazim bi van keç û xortên me diparêzin re bimeşim û bi wan re kar bikim. Ger ne ji şervanan bûya, îro em ê jî ne li vir bûna. Ji ber bi şev û roj bi wê çek û rextê me diparêzin. Di dawî de jî em ê biserkevin."

Bi bilindkirina nîşaneya serkeftinê Zerga Evdo û zarokên gund me oxir kirin û hêviyên xwe yên zindîmayî nîşan dan.