Dewleta Tirk êrişî Til Temirê kir: Jinek birîndar bû
Li gel berdewambûna polîtîkayên dewleta Tirk a qetilkirina jinan, êrişên dewleta Tirk a li ser heremên Bakur û Rojhilatê Sûriyê didome. Di encama êrişa ku li Til Temirê pêk hat de jinek birîndar bû.
Navenda Nûçeyan – Dewleta Tirk a di rewşa erdhejê de jî êrişên xwe yên li ser heremên Bakur û Rojhilatê Sûrî didomîne êrişî gundê Dirdara ya Rojhilatê navçeya Til Temir a Kantona Hesekê ya Bakûr û Rojhilatê Sûriyê kir. Hat zanîn ku di êrişa îro danê nîvro pêk hat de jina bi navê Wedha Elî Fares ku ji bo çêrandina pezê xwe li wir bû birîndar bû.
Hat zanîn ku Wehda Elî Fares a birîndar bû li Nexweşxaneya Şehîd Lêgerîn ya Til Temirê de tê derman kirin.