Dewleta Tirk êrişî seyareya JIN TV kir
Di êrişa balafira bêmirov û biçek a dewleta Tirk a dagirker de li ser rêya Amûdê-Qamişlo karmendekî JIN TV jiyana xwe ji dest da û nûçegihanek birîndar bû.

Qamişlo – Balafireke bêmirov û biçek a dewleta Tirk a dagirker piştî danê nîvro li nêzî xaçrêya gundê Til Şiîr ê li ser rêya Qamişlo-Amûdê, li erebeyeke rojnamevanan da.
Hat zanîn ku erebeya hatiye hedefgirtin a JIN TV ye û di encama êrişê de karmendekî wê yê bi navê Necimedîn Feysel Hec Sînan jiyana xwe ji dest daye û nûçegihaneke qenalê birîndar bûye.