Dewleta Tirk êrişî heremên Bakûr û Rojhilatê Sûriyeyê dike

Dewleta Tirk ku gefên êrişê li dijî heremên Bakûr û Rojhilatê Sûriyeyê dixwe ji duh ve êrişî heremê dike.

Hesekê – Dewleta tirk piştî ku li Enqereyê teqîn rû da, herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê hîcet nîşan da û êrîşên xwe li dijî gelê Herêmê zêdetir kiriye. Ji duh ve êrîşên dewleta tirk li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê nehatiye rawestandin, her wiha balafirên keşkê yên bombebarkiriyî, li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bê navber tevdigerin. Dewleta tirk bi siyaseta xwe ya dagirkeriyê li dijî herêmê dixwaze ewlehî û îstîqrara herêmê xirab bike.

Dewleta tirk di 4’ê Cotmehê ango duh bi balafirekê bêmirov êrîşî kargeha kerpîçan a bajarokê Sefiye yê Hesekê 3 caran bombebaran kir û di necamê de 4 karker birîndar bûn. Her wiha ji ber tevgera balafirên bêmirov (Keşîf) ambulans nikarîbûn birîndaran rakin nexweşxaneyê.

Îro danê siharê dewleta tirk cardin bi balafirên bêmirov Mezreya Mişêrfa Himê ya li ser riya Hesekê û Til Temirê 4 caran bombebaran kir û di encamê de 3 welatî birîndar bûn, her wiha ziyanên madî pêk hatin. di heman demê de lêdana wan a 3’yemîn de erebeyek kir armanc.

Di heman demê de nûçegîhana me ji herêmê ragihand ku 4 caran Mişêrfa lêdan pêk hatiye û 3 caran jî derdor kampa Waşûkanî ku koçberên Serêkanî lê ne, hatiye bombebaran kirin.

Di heman demê de di van kêliyên dawî noqteyek li navçeya Çilaxa ya girêdayî Kantona Qamişlo hate hedefgirtin û birîndar hene.

Her wiha gundê Til Hebeş ya navçeya Amûdê ya girêdayî Kantona Qamişlo jî hate bombebaran kirin.

Hêjayê gotinê ye ku balafirên bêmirov ên dewleta tirk li ser Herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bê rawestandin tevdigere.