Dewleta Tirk êrişî Şengalê kir: Birîndar hene
Balafira bêmirov a dewleta Tirk li gundê Ziravikê ya girêdayî Tilizêr a Şengalê wesayîtek bombebaran kir. Li gorî agahiyên destpêkê wesayîta hatî hedef girtin ya Komîteya Malbatên Şehîdan a Şengalê bû û şofêrê wesayîtê birîndar bûye.
![](https://test.jinhaagency.com/uploads/ku/articles/2024/02/20240229-whatsapp-gorsel-2024-02-29-saat-14-12-38-8f2a0693-1-750x430-jpgae35a5-image.jpg)
Şengal – Di van kêliyan de balafireke bêmirov û biçek a dewleta Tirk wesayîtek li gundê Ziravikê yê girêdayî Tilizêr a Şengalê bombebaran kir.
Di encama êrişê de agir bi wesayîtê ket. Welatiyên ku xwestin agir vemirînin rastî astengiya artêşa Iraqê hat û gel jî nerazîbûn nîşan dan. Piştre agir ji aliyê welatiyên herêmê ve hate tefandin.
Li gorî agahiyên destpêkê wesayîta hatî hedef girtin ya Komîteya Malbatên Şehîdan a Şengalê bû, her wiha encama êrişê de birîndar hene.