"Dewleta tirk dixwaze nasnameya jinên siyasetmedar tune bike"

Siyasetmedar Bêrîvan Ismayîl helwesta xwe li hemberî qetilkirina siyasetmedar Denîz Poyraz nîşan da û got: "Dewleta tirk ji aliyê şervanên jin ve hat têkbirin, niha jî dixwaze tola xwe ji jinên siyasetmedar hilîne. Divê em li hemberî van êrîşan têkoşîna xwe bilind bikin"

BERÇEM CÛDÎ
Kobanê- Di 17`ê Hezîranê de çeteyekî dewleta tirk êrîşa guleyan bi ser avahiya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) de anî. Di encama êrîşê de karmenda partiyê Denîz Poyraz a 38 salî hat qetilkirin. Hevseroka buroya rêxistinî ya Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) li herêma Firatê Bêrîvan Ismayîl, ew bûyer ji ajansa me re nirxand.
"Çeteyên ku Hevrîn qetil kirin, Denîz jî hedef girtin"
Bêrîvanê bûyera li Îzmîrê bi bûyera qetilkirina sekertera giştî ya Partiya Sûriyeya Pêşerojê Hevrîn Xelef ku ji aliyê çeteyan ve di 2019`an de hat qetilkirin, girêda û wiha got: "Di 17`ê Hezîranê de bûyereke hov li bajarê Ezmîrê pêk hat ku di encamê de siyasetmedar Denîz Poyraz ji aliyê çekdarekî faşîst ve hat qetilkirin. Kujerê Denîzê di gelek wêne û dîmanan de li bajarên ku ji aliyê dewleta tirk ve hatine dagirkirin xuya kir. Dewleta tirk heta niha jî li hemberî vê bûyerê tu gavên pratîk neavêtiye. Çeteyê ku Denîz Poyraz hedef girt, destên wî di qetilkirina sekretera giştî ya Partiya Sûriyeya Pêşerojê Hevrîn Xelef de jî heye. Her wiha komkujiya Helincê ku sê jinên çalakvan tê de hatin hedefgirtin jê ne qut e. Êrîşên dewleta tirk ên li ser jinên siyasetmedar û çalakvan ji me re rastiya hovîtiya wan zelal dike. Dewleta tirk nikare li hember jinên di nava qadên leşkerî de bi serkeve, ji ber vê dixwaze jinên siyasetmedar û pêşeng qetil bike."
"Dixwaze tola têkbirina çeteyan ji jinên siyasetmedar hilîne"
Bêrîvanê bal kişand ser tunebûna çeteyên DAIŞ`ê ya bi pêşengiya şervanên Yekîneyên Parastina Jin (YP) û wiha domand: "Dewleta tirk li herêmên dagirkirî kiryarên herî hov û dermirovahî pêk tîne. Rojane jinan di komkujî, tecawiz, revandin û destavêtinê re derbas dike. Ew dixwaze bi riya çeteyên xwe tola şikestina êrîşa DAIŞ`ê ya di 2014`an de li ser Kobanê, hilîne. Çeteyên dewleta tirk bi pêşengiya jinan têk çûn û tune bûn. Berxwedanî, têkoşîn, vîn û hêza ku şervanên YPJ`ê nîşan dan, ji tevahî cîhanê re sekna jinên Kurd da diyarkirin. Pişt re jinên Kurd dest bi xebata siyasî kirin û êdî di nava civakê de guhertin û veguhertinên girîng dan çêkirin. Ji ber vê em dibînin çeteyên dewleta tirk har bûne û di her fersendê de jinan hedef digrin."
"Ji bo ku kujer werin cezakirin, em têbikoşin"
Bêrîvan Ismayîl di dawiya axaftina xwe de banga bilindikirina têkoşînê kir û got: "Em weke siyasetmedar û xebatkarên PYD`ê li Kantona Kobanê banga xwedîderketina li Denîz Poyraz dikin. Divê em helwesteke tund nîşan bidin ji bo ku kujer werin cezakirin. Her wiha em sersaxiyê ji malbata Denîzê re dixwazin û soz didin ku em ê xwedî li xewn û xelayên Denîz, Hevrîn, Zehra û yên din derkevin."