"Dewleta tirk dixwaze bi êrîşên li ser Şengalê mîsaqê milî vegerîne"
Hevseroka encumena zagonsaz a herêma Firatê Fewziya Ebdî di hevpeyvîneke taybet de li ser rewşa Şengalê got: "Dewleta tirk destûr, sînor û zagonên Iraq û Başûrê Kurdistanê binpê dike. Dewleta tirk dixwaze bi êrîşa li ser Şengalê mîsaqê milî vegerîne, Iraq û hikûmeta Başûrê Kurdistanê jî bê helwest in."
BERÇEM CÛDÎ
Kobanê- Dewleta tirk di 11`ê Kanûnê de bi riya balafirên şer ên bê mirov Şengal bombebaran kir. Di encamê de endamê desteya rêveber a Şengalê jiyana xwe ji dest da her wiha beriya vê êrîşî dewleta tirk gelek caran bi heman rêbazî bombebaran kiriye.
Ajansa me têkildarî êrîşên li ser Şengalê û rewşa li Başûrê Kurdistanê, Iraq û tevgera dagirkeriya dewleta tirk hevpeyvîn li gel hevseroka encûmena zagonsaz a herêma Firatê-Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Fewziya Ebdî çêkir.
Hûn pêvajo û 74 fermanên ku civaka Êzidî tê re derbas bûn çawa dinirxînin?
Dema ku mirov dîroka giştî û ya gelê Kurd lêkolîn dike, dibîne ku di nava gelê Kurd û yê herêmê de civaka Êzidî ji her kesê zêdetir bi qirkirin û fermanan re rû bi rû maye. Êzidî rastî 74 fermanan hatine. Bêguman dîroka berê û ya niha ne wekî hev in, di vê sedsalê de pêşketinên teknelojîk çêbûn û bi sedan rêxistinên mafên mirovan hatin avakirin ku êdî rengê cîhana me hatiye guhertin. Ji lewre diviyabû ku komkujî û zordariya niha tê jiyîn, neyê veşartin û çavên tevahî cîhanê bibîne. Lê me dît ku gelê me yê Êzidî di 2014`an de fermana 74`an ji aliyê çeteyên DAIŞ`ê ve jiya. Mirov dikare bibêje, armanca wê fermanê qirkirina dawî ya Êzdiyan bû ku hatin qetilkirin, wêran, talan, kirîn, firotin û niha jî çarenûsa gelek jinan ne diyar e. Piştî ew fermana hovane û rizgarkirina Şengalê, Êzidiyan xwe birêxistin kirin û hêza xwe ya rewa, pergal û xweserî ava kirin. Bi vê gavê re gelê Şengalê ragihand ku êdî tu hêz nikare me tune bike ango fermaneke nû pêk bîne. Lê em dibînin ku Şengal vê carê rastî êrîş û bombebarana dewleta tirk tê. Mafê dewleta tirk tune ye ku di bin serweriya dewleta Iraq û hikûmeta Başûrê Kurdistanê de, ewqas êrîşan bike. Îro Iraq dewleteke xwedî destûr û hebûn e, di hundirê destûra Iraqê de mafê her pêkhateyê heye ku ji aliyê dewletê ve were parastin. Lê îro dewleta tirk destûr, zagon, sond û mafên hemwelatiyên Iraqê binpê dike û êrîş dike. Dema ku Êzidiyan ev rastî nas kirin, dîtin ku DAIŞ’ê çi anî serê wan û niha jî dewleta tirk çi dike, wan pêdviya xwe bi xweparastina rewa dîtin. Tevî vê yekê jî divê ku Iraq û hikûmeta Başûrê Kurdistanê xwedî li destûr, sînor, ax û pêkhateyên li wê herêmê derkevin.
Piştî ku Şengal ji çeteyên DAIŞ`ê hat rizgarkirin, lihevkirin di navbera PDK`ê û Iraqê de çêdibin, li aliyê din jî dewleta tirk dem bi dem êrîş dike. Gelo ev lihevkirin û êrîş li ser çi bingehê tên meşandin?
Heger em îro li rewşa Iraqê binêrin, piştî şer rûda, ketina Sedam Huseyîn û ketina Emerîkayê ya Iraqê tevlihevî û nakokiyên mezin heta vê rojê berdewam dikin. Her wiha me dît ku komên çete yên weke DAIŞ’ê û hwd. xwe di Iraqê de bi cih kirine. Tevî van hemû xalan jî Iraq dewleteke fermî ye û xwedî destûr e, wezaret û meclisên wan hene û li wir şîa, sunî, Kurd û Ereb jî dijîn. Em dixwazin bêjin ku Iraqê xwe ji hemû aliyan ve ava kiriye. Ji lewre erka artêşa Iraqê ew bû ku di sala 2014`an de parastina Şengalê bihata kirin, em li gorî destûra wan a ku gelê wê bi hev re erê kir jî biçin, diviyabû parastina Êzidiyan bikira. Her wiha ev erka wezareta pêşmergeyan bû jî lê me dît ku Mûsil û deverên din jî bi seatan ketin bin kontrola DAIŞ`ê. Çek, leşker û pêşmerge hebûn lê bi tu rêbazî li hemberî çeteyan şer nehat kirin. Her wiha bendeke bingehîn a destûra herdu hêzan parastina ax, welat û gel e. Em nabêjin ku herdu hêz bi êrîşa DAIŞ`ê razî bûn û jixwe di encamê de wan jî ziyanên mezin dîtin lê em dixwazin bêjin ku ew bi erka xwe ranebûn û xwedî li misyonên xwe derneketin. Bi balafirên şer jî mabûya, wê ew gel ji komkujiyê bihata parastin lê mixabin. Heger îro gelê Şengalê dibêje dewleta min xwedî li min derneket, mafê wê ye Şengal bi hêza gelê wê, alîkariya hinek hêzên din ên Kurd, heta weke Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê jî rizgar bû. Ji ber vê gelek xwezayî ye ku ku Êzidî nêrîn û helwestên xwe biguherînin, ji ber ku ew ferman ket dîroka wan. Piştî Şengal rizgar bû, em dibînin ku Iraq daxwaza serweriya wê dike. Lê gelê Şengalê di demên xwe yên herî dijwar de xweseriya xwe ava kirin her wiha hesabên pratîk û devkî berovajî hev hatin.
Dewleta tirk li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi hincetên cur be cur êrîş dike gelo li Şengalê hinceta wan çi ye û hûn rastiya wê çawa digrin dest?
Hincetên dewleta tirk diyar in, wê her tim bi hincetên ku (terorîst) û Tevgera Azadiyê xwe li Başûrê Kurdistanê bi cih kir. Lê ev tevger ji demeke dirêj ve li wê herêmê ne, hevpeyman û têkiliyên wan bi hev re hene. Lê di nava van 10 salên borî de, armanca dewleta tirk ne ev e. Dewleta tirk di sedsala 21`emîn de li ber tunebûnê ye her wiha hevpeymana Lozanê bi dawî dibe, ji ber vê dewleta tirk dixwaze herêmên berê ku di destên Osmaniyan de bûn û mîsaqê milî ji bajarê Helebê heta Kerkûk û Şengalê, vegerîne. Ji ber vê ew hincetên bi vî rengî bi kar tîne da ku xeta xwe ya dagirkeriyê veke. Dema ku dewleta tirk navenda Şengalê bombebaran dike û sivîl jiyana xwe ji dest didin her wiha bajarên din jî diyar dibe ku planeke dewleta tirk a mezin heye.
Di vê mehê de şaneyên çeteyên DAIŞ`ê li Kerkûkê êrîşî pêşmergeyan kirin gelo hevkariya PDK`ê ya bi dewleta tirk re bandora xwe li van êrîşan dike?
Ji bo mijara çeteyên DAIŞ`ê êdî her kes dizane ku ev çete ji aliyê hinek welatan ve tên birêvebirin. Dema ku rewşa siyasî, civakî, aborî û leşkerî berovajî daxwazên ev hêzên hegemon diçe, ew çeteyan dikin tevgerê. Êrîşa li hemberî pêşmergeyan jî peyam bû ku heger ev hêz li gorî daxwazên van hêzan neçin wê bi komkujiyan re rû bi rû bimînin. Dewleta tirk dixwaze hemû aliyan bixe bin bandora xwe, herêma Kurdistanê jî di nav de.
Xetera DAIŞ’ê li ser Şengalê û tevahî herêman berdewam dike her wiha êrîşên dewleta tirk jî. Ev êrîş we bi pêşerojeke çawa re rû bi rû dihêle?
Çeteyên DAIŞ`ê hene, jixwe xwe ji nû ve birêxistin dikin û gefan li her aliyê dixwin. Êrîşî çolistana Sûriyeyê jî dikin, Başûrê Kurdistanê û gelek deverên din jî. Weke me diyar kir, ev çete ji bo armancekê hatin birêxstinkirin. Ji ber vê heger hemû hêzên ewlekarî û parastinê ne balder bin, wê xeteriyên DAIŞ’ê berdewam bike. Tevlihevî û nakokiyên li ser asta cîhanê jî berdewam dikin, heta niha tu îstîqrar pêk nehatiye û armanca ku çete ji bo wê hatin avakirin pêk nehatiye. Heger pêk bihata wê di roja îro de lihevkirinek di navbera hêzên hegemon de bihata çêkirin û wê DAIŞ tune bibûya. Ev plan li Sûriyeyê jî tê meşandin, ji ber ku heta niha Rûsya, Emerîka, Îran û dewleta tirk jî negihîştine armanca xwe ev alozî nehatiye çareserkirin.
Hûn weke şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di heman tecrubeya Şengalê re derbas bûn, helwesta we ya li hemberî êrîş û gefên dewleta tirk çi ye?
Ji bo êrîşên rojane yên li ser Şengalê, em weke Rêveberiya Xweser û gelê Kobanê jî vê yekê qebûl nakin. Dewleta tirk heman êrîşan li ser me jî dike her wiha li cem me herêmên dagirkirî hene, rojane gefan li me dixwin û eniyên şer ên Eyn Îsa, Til Temir, Minbic, Til Rifet û hwd. ranawestin. Mirov dikare bibêje heman plan û êrîş li ser me û Şengalê tên kirin. Dewleta tirk hebûna xwe di tunekirina me de dibîne, ew bi rengekî eşkere dibêje hebûna me li ser pêkhatina projeyên me xeter e. Dewleta tirk hikûmeta Başûrê Kurdistanê jî xeter dibîne û tunebûna wan jî dixwaze. Lê ji ber ku berjewendiyên dewleta tirk li Başûrê Kurdistanê bi dawî nebûne, heta niha tiştek nekiriye. Li ser vê bingehê plana dewleta tirk xuya ye, dixwaze ji Til Rifet û Efrînê, ber bi Kerkûk û Mûsilê biçe û wan deran jî dagir bike.