Dewleta Tirk êrîşî Mexmûrê kir: Jinek birîndar bû

Dewleta Tirk carekî din bi balafiran êrîşê wargeha penaberan a Şehît Rûstem Cûdî ya Mexmûrê kir.

Navenda Nûçeyan-Danê sibê saet di 9.30 de balefirek bê mirov û bi çek a dewleta Tirk  wargeha penaberan a Şehît Rûstem Cûdî ya Mexmûrê bombebaran kir. Di êrişê de Ayşe Muhammed Ahmed a 50 salî birîndar bû. 

Dewleta Tirk beriya niha jî di 7’ê Cotmehê bi balafiran mizgefta Wargeha Penaberan a Şehîd Rûstem Cudî ya Mexmûr kiribû hedef. Di encama êrişê de jinek û du zarok birîndar bibûn.