“Dewleta tirk careke din êrîşê Şengalê kir”

Di 11’ê Kanûnê de dewleta tirk a dagirker bi balafirên bê mirov êrîşê Meclisa Gel a Xanesorê kir.

Şengal-Piştî ku dewleta tirk di 7’ê mehê de bi balafirên bê mirov êrîşê wesayîda Hevserokê Desteya Rêveber a Şengalê Merwan Bedel kir vê carê jî di demjimêr 07:30’an de Êrîşê Meclisa Gel ya Xanesorê kirin. 
Endamên Meclisê dan zanîn ku wan dê li ser navê Meclisa Gel ji bo Hevserokê Desteya Rêveber a Şengalê Merwan Bedel sibê xêr belav bikirana, ji bo wê amadekariyên xwe yên dawî dikirin dema meclis vala dibe êrîş pêk tê û di encama êrîşê de kesê jiyana xwe ji dest nedaye, tenê aliyekî dîwarê meclisê rûxiya ye. 
“Em ê xwedî li şehîdên xwe derbikevin”
Hevseroka Meclisa Gel a Xanesorê Niam Emer diyar kir ku ew dixwazin xwedî li şehîdên xwe dernekevin ji bo wê êrîş dikin lê dê tu caran li pêşiya vîna wan nebin asteng û wiha pêde cû: “Em gelê Xanesorê tev îro li vir amade bûn vaye hun dibînin dewleta tirk bi balafiran li meclisa me daye. Meclisa me hemû deverên Şengalê temsîl dike her wiha meclisên me yên gel hene li vir gel pirsgirêkên xwe çareser dike û ciheke di bin xizmeta gel de ye. Îro em endamên meclisê tev li vir kom bûbûn me ji bo sibê amadekarî dikir. Me yê xêra hevalê Merwan bida, ji ber ku em yek in êrîşê me dikin lê ew çi bidin bila bikin em weke gelê Şengalê ji ya xwe nayên xwarê em ê her dem têkoşîna xwe berdewam bikin. Divê tevahî Êzidî rabin ser xwe û van planan nepejirînin heya dijminên me hebin divê em têkoşîna xwe bihêztir bikin.” 
“Divê ku hikûmeta Iraqê bêdeng nemîne”
Jina bi navê Emşê Şengal bi van gotinan sekna xwe da nîşan: “Em dewleta tirk şermezar dikin her wiha em banga xwe digihîjînin hikûmeta Iraqê bila bes bêdeng bimîne. Duh pêşengê me Merwan bû îro jî meclisên me dikin hedef. Dixwazin me Êzidiyan hemû tune bikin ji ber wê em bang li gelê xwe dikin û dibêjin bila rabin û heqê xwe bixwazin.”
Di dawiyê de gel li cihê bûyerê daxuyaniyek da û dirûşmên “Bimre xiyanet, bijî berxwedana Şengalê û şehîd namirin”qêriyan.