"Dewleta tirk bi zanebûn di meha Îlonê de gefan dixwe"
Jinên ji kantona Kobanê-Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê 7’emîn salvegera êrîşên çeteyên DAIŞ`ê li ser Kobanê bi bîr anîn û gotin: "Çeteyên DAIŞ`ê xwestin me tune bikin lê em bi ser ketin. Dewleta tirk bi zanebûn di salvegera êrîşên 15`ê Îlonê de propogandaya şer dike lê em êdî ji axa xwe dernakevin û em ê bi rihê serkeftina Kobanê têbikoşin."
BERÇEM CÛDÎ
Kobanê- Çeteyên DAIŞ`ê bi fermana dewleta tirk di 15`ê Îlona 2014`an de dest bi êrîşa li ser Kobanê kirin. Şervanên Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) û şervanên Yekîneyên Parastina Gel (YPG) her wiha bi dehan kesên ji Kobanê bi çekên herî sivik û derfetên herî biçûk li dijî çeteyên DAIŞ`ê şerekî dîrokî dan meşandin. Berxwedana ku 134 rojan berdewam kir, di 26`ê Çileya 2015`an de bi serkeftina Kobanê û têkbirina DAIŞ`ê ji ser axa Kobanê hat ragihandin. Berxwedana ku li Kobanê hat destpêkirin bû çavkaniya tunekirina DAIŞ`ê û rizgarkirina tevahî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê.
Çeteyên DAIŞ`ê ku ji aliyê dewleta tirk ve dihatin birêvebirin û destek didîtin, tevî hemû hovîtiya xwe jî ji xwestekên dewleta tirk nikaribûn bibin bersiv. Ji lewre ev çend sal in ku Tirkiye bi rengekî eşkere hewl dide planên ku DAIŞ`ê nîvçe hiştine, bidomîne. Li ser vê bingehê di meha Îlonê de ku 15`ê vê mehê 7’emîn salvegera êrîşên li ser Kobanê ye, dewleta tirk bi riya şerê taybet hewl dide propagandaya şerekî nû bike. Her wiha bang li gel dike ku derbasî axa Tirkiyeyê bibin.
Di vê çarçoveyê de jinên ji bajarê Kobanê helwesta xwe li hemberî gef û propagandayên dewleta tirk nîşan dan. Her wiha jinan behsa perîşaniya ku ji ber şerê dijwar neçarî koçberiyê mabûn kirin.
"Min soz da ez êdî ji Kobanê dernakevim"
Meha Hebeş soza ku di dema koçberiyê de daye anî ziman û got: "Dema çeteyên DAIŞ`ê êrîşî Kobanê kirin, em neçar man koçberî Bakurê Kurdistanê bibin. Me di wê koçberiyê de soz da ku em êdî ji axa xwe dernekevin. Dewleta tirk dijminê me yê herî kevnar e. Ji ber êrîşên dewleta tirk kezeba dayikan şewitî û pergala malbatan hilweşiya. Zarokên me ji ber şer neçar man di kampên Başûrê Kurdistanê de bijîn, dema em vegeriyan Kobanê jî me dît ku mal û milkên me hilweşiyane. Di 2014`an de çeteyên DAIŞ`ê şandin Kobanê, niha jî bi xwe êrîş dike. Ew niha di vê demê de propagandayên şer dike lê em nayên xapandin û natirsin."
"Em jiyana bi ewle dijîn, gefên Tirkiyeyê me natirsînin"
Fatma Nebo diyar kir ku ew tevî hemû gefan jiyana normal û bi ewle dijîn û got: "Dewleta tirk rojane gefan li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dixwe lê ez bawer im ku ew êdî nikare êrîşî me bike. Em li cih û warê xwe ne, jiyana xwe bi rengekî aram dijîn. Her wiha em di meha Îlonê de amadekariya xwarina zivistanê dikin, dims û tiştên hişk çêdikin. Her wiha payîz e em ê pîvaz, sîr û tiviran biçînin. Em ê wisa bijîn û nîşan bidin ku gefên dewleta tirk ji me re ne xem in. Dewleta tirk zordar e û ev çend sal in di vê mehê de gefên xwe zêdetir dike. Tirkiyeyê çeteyên DAIŞ`ê şandin Kobanê lê ji ber ku em bi ser ketin û vegeriyan axa xwe dewleta tirk dixweze tiştên ku DAIŞ`ê nikaribû bike, bi xwe bike lê em ji dewleta tirk û çeteyên wî natirsin."
"Bila ez li ser axa xwe bimrim"
Fatma Koro ya 70`ê salî bi van gotinan behsa rojên destpêka êrîşa li ser Kobanê kir: "Di dema şerê Kobanê de em wêran bûn. Min bi vî temenê xwe yê mezin, xwe avêt sînoran. Em 10 rojan bê nan û av man, em li Tirkiyeyê perîşan bûn. Ji ber vê ez qurbana çavên Kobanê bim, bajarê min çîçek e. Êrîş di vê mehê de bûn ji ber ku tê bîra min me ava îsotan çêkiribû û hemû ji derve li pey xwe hiştin. Ew roj herin û venegerin, me hemû tişt li pey xwe hiştin û dema ku em vegeriyan hemû mal û milkên me hilweşiyabûn. Ez li Tirkiyeyê nexweş ketim, min ji kurê xwe re got heger ez mirim, min bispêrin axa Kobanê. Heger rê tunebû jî min li ser sînorê warê min bihêlin lê bila ez di axa Tirkiyeyê neyêm binaxkirin. A niha jî çavkaniya hêzê, şervanên me ne. Ji lewre heger dewleta tirk were, em ê agir berdin wan û ji axa xwe derxin."