“Dewleta tirk bi razîbûna civaka navneteweyî komkujiyan pêk tîne”

Endama Rêveberiya Kongreya Star a bajarê Hesekê Rîma Îsa diyar kir ku dewleta tirk bi siyasetên xwe yên şovenîst hemû qanûnên navneteweyî derbas dike û komkujiyan li ser sivîlan pêk tîne.

RONÎDA HACÎ
Hesekê- Dewleta tirk li dijî gelê Kurd planek qirêj dide meşandin. Li Kobanê wesayîdên sivîlan hedef digre, li Konyayê komkujiyek li ser sivîlan pêk anî. Di aliyekî din de êrîşên bênavber li ser xaka Başûrê Kurdistanê berdewam dike. Têkildarî planên qirkirinê yên li dijî gelan pêk tên, Endama Rêveberiya Kongreya Star a bajarê Hesekê Rîma Îsa ji ajansa me re nirxandin kir.
"Komkujiya li Konyayê sûcekî li dijî mirovahiyê ye"
Rîma destnîşan kir ku komkujiya li Konyayê pêk hat yek ji plan û komployên dewleta tirk ên li dijî gelê Kurd e û wiha pê de çû: "Dewleta Tirk a dagirker li dijî gelê Kurd planên qirêj dide meşandin. Ew sûc jî berdewama sûcên din e ku nijadperestên tirk li dijî Kurdên li Tirkiyeyê pêk tîne nîşan dide. Armanc jî ew e ku tirsê bixin dilê kurdan, wan bêdeng bikin û Kurdan ji Tevgera Azadiya Kurdistanê û doza Kurd dûr bixin. Ev komkujiya ku tê de 7 kesên ji malbatekê hatin qetilkirin, bi desten dewleta tirk pêk hat sûcekî li dijî exlaqê mirovahiyê ye û bi razîbûna civaka navneteweyî pêk hat."
"Dixwazin fermana 74'an a  Şengalê li ser gelê başûr pêk bînin"
Rîma bal kişand ser êrîşên dewleta tirk li dijî xaka Başûrê Kurdistanê û teqez kir ku dixwazin bi xeyalên împaratoriya Osmanî ya Mîsaqî Mîllî di serî de Mûsil, Kerkûk û xaka Başûrê Kurdistanê dagir bikin û wiha domand: "Dewleta tirk ji bo dîroka osmaniyan pêk bîne, dest bi êrîşên dagirkeriyê li bajar û çiyayên Kurdistanê kiriye. Piştî dagirkirina Efrîn, Serêkanî û Girê Spî niha jî li dijî çiyayên Kurdistanê yên mîna Zap, Metîna û Avaşîn dest bi êrîşên berfireh ên dagirkeriyê kirine. Niha şerekî pir dijwar di navbera gerîlayên azadiya Kurdistanê û dagirkerên tirk de diqewime. Hebûna PKK'ê weke hincet tê nîşandan û bi vê yekê bi hevkariya PDK’ê leşker anîne van herêman."
"Armanca êrîşan têkbirina doza Kurdan e"
Rîma da zanîn ku desthilatdar dixwazin fermana 74'an a li dijî Şengalê dubare bikin wiha anî ziman: "Dema hikûmeta Iraqê li hemberî êrîşên li ser xaka başûrê Kurdistanê bêdeng dimîne û van êrîşan qebûl dike fermana şengalê ya 74’an tê bîra me ku çawa hikûmeta Iraqê îxanet bi gelê xwe re kir û wan radestî çeteyên DAIŞ’ê kir. Îro dixwazin ew ferman careke din bi serê gelê Başûrê Kurdistanê de dubare bibe. Îro siyaseta ku hikûmeta Iraqê dide meşandin li dijî doza Kurdan e. Pêwîste gelê Başûr li hemberî van kiryaran şiyar be û helwestên xwe nîşan bide. Ji ber armanc ji van êrîşan dagirkirina xaka başûr e û têkbirina doza Kurdan e."
"Siyaseta hikûmeta Iraqê û PDK’ê nakeve xizmeta yekrêziya Kurdan"
Rîma destnîşan kir ku planên li dijî gelê Kurd pêk tên berdewama komploya 1999’an in û wiha dawî li axaftina anî: "Îro ne tenê gelê Kurd bi ramanên Rêber Apo ve girêdayî ye, hemû pêkhateyên ku li Kurdistanê dijîn jê bi bandor bûne. Ji bo wê jî li ser xaka bakûr û Rojhilatê Sûriyeyê hemû pêkhate tên hedefgirtin. Êrîşên ku niha pêk tên ramanên Rêbertiyê hedef digrin. Dixwazin îradeya gelan têk bibin û gel li gorî berjewendiyên xwe bi kar bînin. Lê em tu carî vê yekê qebûl nakin. Yên ku felsefeya Rêber Apo nas kiribin, tu carî koletî û desthildariyê qebûl nakin. Ji bo serkeftina doza Kurd em ê asta têkoşînê bilindtir bikin û planên dagirkeriyê têk bibin. Em bang li pêşmergeyên kevin dikin ku xwedî li xaka başûr derkevin û rê nedin şerê birakujiyê rû bide. Ji ber ku ev yek nakeve xizmeta yekrêziya Kurd, dikeve xizmeta dagirkeran û qirkirina gelê Kurd."