‘Dewleta tirk bi êrîşên li ser jinan dixwaze bingeha civakê hilweşîne’
Endama Mala Jinan a taxa Xerbî li bajarê Qamişlo Nîzam Nûrî kiryarên dewleta tirk der heqê jinan de şermezar kir û da zanîn ku dewleta tirk bi hedefgirtina jinan dixwaze bingeha civakê hilweşîne û doza azadiyê têk bibe.
ROJDA SEYÎDXAN
Qamişlo – Dewleta tirk li pêşiya çavên tevahî mirovahiyê û rêxistinên cîhanî kiryarên dijmirovî der heqê jinan de dide meşandin. Destdirêjiya li ser maf û rûmeta jinan êdî di astên herî jor de ye, bêyî ku tu rêxistin dengê xwe bike. Li aliyekî din jî şerekî teybet li ser jinan didin meşandin, dixwazin bi van rêbazan civakê ji hev bixin û pêşerojeke tijî zilm û koledarî biafirînin.
Dewleta tirk bi kiryarên xwe yên qirêj li Bakurê Kurdistanê siyasetmedar û jinên ku li pey doza xwe ne dîl digre û dixe zindanan, bi van rêbazan tevlihevî û metirsiyê di hundirê mirovan de dide avakirin her wiha îradeya wan asteng dike. Rewşa li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji van rewşan ne dûr e, dewleta tirk di herêmên dagirkerî de kiryarên xerabtir bi rêya çeteyên xwe dide meşandin û hemû pîvanên exlaqî û mirovî bin pê dike. Têkildarê mijarê Endama Mala Jinan a taxa Xerbî li bajarê Qamişlo- Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Nîzam Nûrî kiryarên dewleta tirk der heqê jinan de nirxand û bi me re parve kir.
Encamên xerab ên hedefgirtina jinan
Nîzam bal kişand ser êrîşên dewleta tirk li dijî Kurdan û bi taybetî encamên hedefgirtina jinan û wiha dest bi axaftina xwe kir: “Êrîş û dagirkeriya dewleta tirk li ser axa me, ne nû ye, ev planên demdirêj in û pratîka wê di roja îro de tê pêkanîn. Dewleta tirk bi rengekî eşkere dijminatiya Kurdan dike û hemû deverên ku Kurd lê hebin ji xwe re dike hedef. Gelê Kurd dijminatiya tu kesî nekiriye û ne alîgirê şeran e, ji ber em xwediyê dozekê ne û pêwîst e bi rêbazên rast bên çareserkirin. Bi demê re rêbazê şeran tên guhertin, di dema niha de dixwazin civakan bi hedefgirtina jinan hilweşînin û doza azadiyê bi vî rengî têk bibin. Ji ber her kes dizane avaker û pêşengên civakê jin in, bi astengkirina jinan koletî xwe dide der û civak bi giştî ber bi hilweşandinê ve diçe. Ger mirov li roja me ya îro binêre dibîne ku jin her dem tên hedefgirtin. Gelo wê rewşa vê civakê ber bi ku ve biçe. Gelek xalên bingehîn hene ez dixwazim balê bikşînim ser wê yekê jî bi hedefgirtina jinan jiyan radiweste ji ber ku her ew nûbûnê bi xwe re ava dike. Bi hedefgirtina jinan koletî bi pêş dikeve. Ji ber ku em dizanin her mêr rûspîtiyê ji hev re dikin, ev yek jî wê bibe sedem ku pîvanên exlaqî yên civakî bêwate bin. Ya herî girîng jî bi hedefgirtina jinan re wê nifşekî bê pêşeroj derbikeve holê, ji ber pêşengên ku van nifşan perwerde dikin hatine hedefgirtin. Jixwe ev xalên me anîne ziman armanca planên van hêzên desthilatdar e.”
Asta kiryarên dewleta tirk ên li ser jinan
Nîzam kiyrarên dewleta tirk der heqê jinan de nirxand û wiha domand: “Dewleta tirk jinan dijminên xwe yê yekemîn pênase dike, ji ber yên rengên desthilatdarî, neheqî û koletiyê qebûl nakin û li dijî wê derdikevin jin in. Di destpêkê ve jinên pêşeng û siyasetmedar hedef digre, ji bo ku jinên civakê bê perwerde bimînin û dûrî nirên xwe herin. Tevî asta kiryaran di astên herî jor de ye, dîsa jî jinên pêşeg û avaker di hemû qadên jiyanê de têkoşîneke bêhempa didin meşandin. Êdî em gihîştine rastiya planên qirker li dijî jinan, ji bo wê heya ji me tê em nifên nû, ciwanên pêşerojê bi rihê têkoşînê perwerde dikin. Em naxwazin vegerin serdemên bindestiyê êdî çarenûsa jinan di destên wan de ye û ew bi xwe hebûna xwe didin avakirin. Ji bo wê em dibêjin her çiqas êrîş dijwar bin jî tu kes nikare me ji riya têkoşîn û azadiyê vegerîne, wê helwestên me li dijî planên qirker xurtir bin.”
“Jinên Kurd xwedî hêz û îrade ne”
Nîzam bi van gotinan dawî li nirxandinên xwe anî: “Jinên Kurd bi axa xwe ve girêdayî ne, xwedî hêz û îrade ne. Bila dewleta tirk baş bizanibe heger kiryarên qirêj der heqê jinan de pêk bîne, bi hezaran jinên Kurd hene rabin ser piyan. Siyaseta dewleta tirk siyaseta qirkirin, talankirin, wêrankirin û tundiyê ye, dewleta tirk tu carî nagihîje xwestekên xwe. Têkoşîna jinan esasê serkeftina wan e.”