“Dewleta Tirk bi dagirkerî û darbirînê peyama tunekirina Kurdan dide”
Jinên Başûrê Kurdistanê li dijî dagirkeriya dewleta Tirk a li ser xaka Başûrê Kurdistanê nerazîbûn nîşan didin. Jinên ciwan yên herêma Seyîdsadiq jî li dijîî dagirkeriyê xwedî helwestin û daxwaz ji aliyên berpirs û jinan kirin ku li dijî dagirkeriyê derbikevin.
HEWAR MEHEMED
Silêmanî - Dewleta Tirk ev dû meh zêdetire bi armanca dagirkirinê berê xwe daye xaka Başûrê Kurdistanê û hemû xwezaya wê xira dike. Jinên ciwan yên Seyîdsadiq êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk li ser Başûrê Kurdistanê û xirakirina daristanên Başûr şermezar kirin û di derbarê bê helwestiya hikumeta herêma Kurdistanê ya li dijî dagirkeriyê de axivîn.
Jina ciwan ya xwendevana Beşa Civaknasî ya Zanîngeh Silêmaniyê Şakol Osman li hemberî êrîşên dewleta Tirk rola jinan wiha anî ziman: “Ger jin li dijî dagirkeriyê xwedî helwest bin wê bi serkevin ji ber jin di her aliyî de serkeftine û bandorê li zarokan jî dikin, ji ber dayik zarokan perwerde dike. Ji dîrokê heta niha dewleta feşîst ya Tirk hertim xwestiye xaka me dagir bike daku xeyalên xweyên dewleta Osmaniyan zindî bike. Em dizanin armanca dewleta Tirk çiye. Kurdistan bûye çar parçe, yek ji wan parçeyan Bakûrê Kurdistanê ye ku li wê derê Kurd ne azadin hertim dewleta Tirk êrîşî gelê Kurd dike. Dewleta Tirk li Başûrê Kurdistanê jî dixwaza hemû xaka Başûr dagir bike û peyama ku bêje hun Kurd êdî nikarin nefes bigrin bide Kurdan. Ya bi êş ewe ku partiyên siyasî helwesta pêwîst li dijî vê dagirkeriyê nade nîşandan. Ger hemû gel û aliyên siyasî di vê mijarê de xwedî helwestek tund bûna rewş nedigiha vê astê.”
“Firotina xaka Kurdistanê karesatek mezine”
Xwendevana Beşa Felsefê ya heman Zanîngehê Şadî Adil jî da diyarkirin ku bêdengiya aliyên siyasî tê wê wateyê ku welatê wan firotine dewleta Tirk û wiha got: “Bêdengiya serokayetiya herêmê û aliyên siyasî tê wateya ku xaka Kurdistanê firotiye dewleta Tirk û eve ji karesatek gelek mezine. Eve ne cara yekê ye dewleta Tirk êrîş dike, di demên berê de jî dagirkerî kiriye. Ji ber wê armanca sereke ya Tirkiye talan û wêrana navçeyên sînorê Başûrê Kurdistanê û zindîkirina xeyalê dewleta Osmaniya ne. Bêdengiya hikumetê tê wateya hevakriya dewleta Tirk, ev bêdengiye rewşê xirabtir dike. Divê Rewşenbîr û her kesê ku li vî welatî jiyan dike bi taybet jin helwesta xwe ya li dijî dagirkeriyê nîşan bidin. Em hemû bi hev re bêjin em li dijî sîstema delweta Tirk in û em rê nadin ku were xaka me dagir bike.”