Dewleta Tirk bi balafirên keşfê êrişî Kobanê kir
Ruxmê erdheja mezin a hat jiyîn dewleta Tirk êrişên dagirkeriyê didomîne. Dewleta Tirk li Kantona Kobanê êriş bir ser seyareyek.
Navenda Nûçeyan – Ruxmê erdheja mezin a li Mereşê pêk hat û bi hezaran kes jiyana xwe ji dest dan û hê di bin kavilan de ne, dewleta Tirk êrişên dagirkeriyê yên li dijî heremên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê didomîne. Dewleta Tirk a ku tu alîkariyê nade mexdurên erdhejê di navbera gundên Minaze û Şêx Ebdal ên Kantona Kobanê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi balafirên keşfê yên bê mirov êrişî seyareyek kir.
Li gor agahiyên ketine destê me li ser heremê tevgera balafirên keşfê didome, lê derbarê lêdanê de agahiyên ferfireh nehatin bidestxistin.