Dewleta Tirk 7 meh in ava Hesekê qut kiriye

Dewleta Tirk, 7 meh in ava stasyona Elokê ya li ser bajarê Hesekê qut kiriye Rêveberiya Xweser, rojê 800 sarîcan avê li xelkê bajar belav dike û ji bo peydakirina avê di nava hewldanan de ye.

Navenda Nûçeyan- Dewleta Tirk û komên paramîlîter ên girêdayî wê ji Cotmeha 2019’an ve bajarê Serêkaniyê dagir kirine û bi rêbazên cuda şerê li dijî gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê didomînin. Her wiha Tirkiye ava stasyona Elokê ya bajarê Hesekê ku pêdiviya zêdetirî milyonek û nîv mirovan pêşwazî dikir jî qut kiriye.

Li gorî nûçeya Ajansa Nûçeyan a Hawarê (ANHA); Tirkiyeyê ji roja dagirkirinê ve heta niha 40 caran avê li ser Serêkaniyê qut kiriye. Rêveberiya Xweser rojê nêzî 800 sarîc av li şêniyan herêmê belab dike

Gerînendehiya Avê ya Hesekê di 3’yê Tîrmeha 2023’yan de Hesekê wek herêmeke bobelatê ragihand. Rêveberiya Xweser ji bo peydakirina alternatîfan ji stasyona Elokê projeyên mezin pêk anî. Di heman demê de 60 sarîcên avê xistine xizmeta şêniyan ku avê li gel belav bike. Her wiha derfetê dide welatiyan da ku li ser sarîcan kar bînin û avê ji bîran bikşînin.

Li gorî agahiyên ku hatine bidestxistin, derdora 800 sarîc rojane di nava bejar de avê li şêniyan belav dikin. Li aliyekî din rêxistinên sivîl jî avê belav dikin.

Hewldanên Rêveberiya Xweser ên ji bo peydakirina avê

Di Adara 2020’an de Kantona Cizîrê ya Rêveberiya Xweser projeya yekemîn a avê li devera Himê ya li rojavayê bajarê Hesekê dabû destpêkirin. Di çarçoveya projeyê de 15 bîr hatin kolandin û ji van bîran 3 mehan av hat kişandin. Lê ji ber kêmbûna rêjeya avê, bîr zuha bûn.

Di Tebaxa 2021’ê de Rêveberiya Xweser projeyek dabû destpêkirin ku bi dirêjahiya 160 kîlometreyan lûleyan ji ava çemê Firatê ber bi bajarê Hesekê ve hat kişandin. Lê belê ji ber Tirkiyeyê ava Firatê kêm kir, proje sekinî.

Desteya Rêveberiya Herêmî di Tebaxa 2023’yan de projeyeke nû da destpêkirin. Li gorî projeya ku ji 4 qonaxan pêk tê, 20 bîr li gundewarên navçeya Amûdê hatin kolandin û bi dirêjahiya 62 kîlometre lûleyan av dê ber bi Hesekê ve were kişandin.

Proje di destpêka îsal de ji ber hinek astengiyan û lêçûnên zêde ku bi qasî 18 milyon dolar e dê çend hefteyan berdewam bike.

Li gorî Gerînendehiya Avê ya Hesekê, pêwîstiya bajar rojane zêdetirî 130 hezar metrekup avê heye.