Dewleta Tirk 685 caran êrişî Bakûr û Rojhilatê Sûriye kir

Hêzên Ewlekariya Hindirîn a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ragihand ku bi giştî dewleta Tirk li dijî bînesazî, saziyên xizmetê û li dijî gelên herêmê 685 caran êriş pêk aniye û di encama êrişan de 17 hemwelatî hatine qetilkirin.

Navenda Nûçeyan – Navenda Ragihandinê ya Hêzên Ewlekariya Hindirîn a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bîlançoya êrişên dewleta Tirk a dagirker di şeva 23’ê Cotmehê li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê eşkere kir.

Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku bi balafirên keşfê 99, balefirên şer 13, topbaran 573, bi giştî li herêmê 685 caran êriş pêkaniye û wiha hate gotin: “Di van êrişan de 14 sivîl, 3 hêzên ewlehiyê di nav de 17 kes şehîd bûne û 39 sivîl û 9 hêzên ewlehiyê di nav de 48 kes birîndar bûne. Hêzên me li ser erka xwe ya xizmetkirina gel, xebatên ji bo avakirin û belavkirina îstiqrarê û parastina pêwîst û gengaz ji welatiyan re dixebitin.”