Dewleta Tirk 6 jê jinên ciwan 15 kes revand Tirkiyeyê

Dewleta Tirk, 6 jê jinên ciwan 15 welatiyên Sûriyeyê ji herêma Kefer Cenê ya gundewarên Efrînê revand û bir girtîgehên li Tirkiyeyê.

Navenda Nûçeyan- Li gorî çavkaniyên xwecihî, dewleta Tirk 6 jê jinên ciwanan, 15 welatiyên Sûriyeyê yên ku revandine, ji herêma Kefer Cenê ya gundewarên Efrînê bir girtîgehên li Tirkiyeyê.

Çavkaniyan, da zanîn ku ew 15 kes beriya 2 mehan hatibûn revandibûn.

Dewleta Tirk û çeteyên wî li herêmên ku dagir kirine, bi armanca standina fidyeyê û guhertina demografiyê revandina welatiyan didomînin.