Dewleta Fransayê çalakvana Filistînî şand Misrê

Hat hînbûn ku endama Eniya Gel a Rizgariya Filistînê Meryem Ebû Daqqa a ku der barê wê de biryara 'dersînorkirin' hatibû dayîn ji aliyê Şûraya Dewleta Fransayê ve şandin Misirê.

Navenda Nûçeyan – Li Fransayê, Şûraya Dewletê biryara Dadgeha Îdarî ya Parîsê ya rawestandina 'dersînorkirin' endama Eniya Gel a Rizgariya Filistînê Meryem Ebû Daqqa betal kir û dersînorkirin erê kir. Hat diyarkirin ku Meryem Ebû Daqqa 10’ê Mijdarê roja Înê hatiye dersînorkirin û çûye Misirê.

Li gor nûçeya AFP; Hat ragihandin ku Meryem Ebû Daqqa ya ku hatibû agahdarkirin ku wê li ser biryara Konseya Dewletê heta dawiya meha Mijdarê li herêma Bouches-du-Rhone (başûrê rojhilatê Fransa) di hepsa malê de bimîne, hat dersînorkirin û şandin. di 10’ê Mijdarê de çû Misrê.

Têkildarî biryarê çalakvana 72 salî ku di dawiya meha Îlonê de bi riyên qanûnî derbasî Fransayê bû got: “Biryar ne hêjayî welatekî demokratîk e. Ev biryar têkoşîna Filistînê ye. Ev êrîş li dijî mafê hebûn, dewlet û nasnameya Filistînê ye.”

Parêzera wê Elsa Marcel jî der barê mijarê de got: "Ev piştgirîkirina ji bo Fîlîstînê sûc tê hesibandin. Em ê îtiraz bikin û ger hewce bike serî li Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê bidin.”