‘Dewleta Îranê meşrûiyeta xwe winda kiriye’
Komek ku ji rewşenbîr, nivîskar û rojnamevanên Îranî pêk tên daxuyanî dan û îdam û darvekirinan şermezar kirin. Koma rewşenbîran îdaman weke veşartina windakirina rewatiya hikûmetê pênase kirin.

Navenda Nûçeyan – Di aloziyên ku piştî qetilkirina Jîna Emînî li Îranê dest pê kiribûn de, cezayê darvekirinê li 26 kesan hat birîn û 2 ciwan jî hatin îdamkirin. Ji derveyî vê, bi agahiya ku di vê pêvajoyê de 20 ciwanên Belûç bi hincetên cuda hatine îdamkirin, bertekên li hemberî dewleta Îranê hîn zêdetir bûn.
Di serî de wergêr û rojnameger Nazî Azîma, wergêr Fîrouze Mohajer û Lîlî Baratzadeh jî di nav de gelek kesayetên wêjevan, civaknas û rewşenbîr bi daxuyaniyek biryara cezayên darvekirinê û înfazkirinê şermezar kirin.
Di daxuyaniyê de bal li ser darvekirina her du ciwanan hat kişandin û wiha hat gotin: “Majidreza Rehnewerd jî mîna Mohsen Şekarî ji parêzerê xwe bêpar ma û li dadgehê ji ber ferzkirina îtîrafên bi darê zorê derfeta parastina xwe nedît. Hikûmeteke ku newêre guh bide dengê xwepêşanderan, derfetê nade gel ku bîr û baweriyên xwe bidin îfadekirin, hikûmete ku bi tirs û gefan nerewabûna xwe di veşêre. Ev înfaz wê di demeke nêz de bibe sedema hilweşandina wê.”