Dewleta Îranê gef li xwendekarên zanîngehê xwar
Wezareta Zanistî ya Îranê gefa girtina hin mafên xwendekarên ku li zanîngehan li gorî “qanûna cilûbergê” tevnagerin, xwar.

Navenda Nûçeyan – Wezareta Zanista Îranê piştî vekirina zanîngehan û destpêkirina dersan piştî Newrozê bi daxuyaniyeke nivîskî gef li xwendekaran xwar.
Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku li hemû zanîngeh û navendên xwendina bilind ên girêdayî Wezareta Zanistê ji bo xwendekarên ku li dijî çewisandina serpêçayî û qapûtê dirêj in, perwerde, alîkariya civakî û xizmetên razanê nayên dayîn.