Dewleta Tirk li Efrînê di nav mehêkê de 4 welatî qetil kir

Li gor rapora Rêxistina Mafên Mirovan a Efrîn-Sûriyeyê li Efrînê dewleta Tirk û çeteyên girêdayî wî di meha Sibatê de 4 welatî qetil kirin, 6 jin û zarokek jî di nav de bi giştî 27 kes revandin û 800 dar birîn.

Navenda Nûçeyan- Li Efrînê  ji 2018’an ve di bin dagirkeriya dewleta Tirk û çeteyên wî de sûcên qetilkirin, revandin, talankirina xweza, şûnwaran û guhertina demografîk berdewam dikin. Rêxistina Mafên Mirovan a Efrîn-Sûriyeyê rapora derbarê  sûcên dewleta Tirk ya di meha Sibatê de kirin, weşand.

Li gorî raporê, dewleta Tirk û çeteyên girêdayî wî di meha Sibatê de 4 kes qetil kirin, di nav de 2 kes di êrişên li ser Şêrawa û Şehbayê de hatin qetilkirin û kesek din ji aliyê leşkerên artêşa Tirk ve hat qetilkirin û kesekî din ji ber ku darên wî hatin birîn, ji qehra jiyana xwe ji dest da. Di raporê de hate diyarkirin ku li navçeya Mabatayê 5 xwendekarên li navçeyê hatin bicihkirin bi kêran êrîşî xwendekarê Kurd Şiyar Îbrahîm Omer kir.

‘6 jin û zarokek hatiye revandin’

Rêxistina Mafên Mirovan a Efrîn-Sûriyeyê bal kişand ser sûcê revandinê û diyarkirin ku di nav de 6 jin û zarokeke keç bi giştî 27 kes hatin revandin.

Têkildarî qirkirina xwezayê de di raporê de ev agahî hatin dayîn: “Li navçeya Mabatayê zêdeyî 200 darên zeytûnan û yên daristanî hatin birîn. Li gundê Bêk Obasî 600 darên kerez û li navçeya Bilbilê jî darên daristanî ji kokê hatin rakirin.”

Raporê têkildarî guherîna demografî de jî ev agahî da: “Dagirker bi piştgiriya rêxistina Gazze Destek li gundê Kefer Sefera û li gundê Kefer Romê jî bi piştgiriya rêxistina Yed El Ewn avakirina mêtingehan didomînin.”