Devrîm Demîr: Em ê berxwedana xwe di her warî de bidomînin

Devrîm Demîr a ku xebatên xwe yên çand û hunerê didomîne û namzeda Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê ya DEM Partiyê ye got: “Em nizanin li pêşiya me çi heye, ji bo me ya bingehîn berxwedan e. Em ê berxwedana xwe li her derê berdewam bikin.”

MEDÎNE MAMEDOGLU

Mêrdîn- Ji bo hilbijartinên xwecihî yên ku di 31’ê Adarê de li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê çêbibin, li gelek bajaran kelecana hilbijartinê dest pê kir. Namzedên ku Partiya Wekhevî û Demokrasiyê (DEM Partî) di hilbijartinên pêşwext de diyar kir jî li buroyên hilbijartinê yên li gelek bajaran bi awayekî bi coş hatin vekirin, bi gel re hev dicivin. Yek ji bajarên ku kelecana hilbijartinê lê heye jî Mêrdîn e ku 8 sal in bi qeyûman re tê birêvebirin. Ji bo Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê ku her car bi bûyerên xizanî û ruşwetê tê rojevê, ji DEM Partiyê Devrîm Demîr û Ahmet Turk wek namzedên hevserokatiyê hatin hilbijartin.

Devrîm Demîr a ku nêzî 16 sal in di qada çand û hunerê de xebatan dimeşîne, di sala 1984'an de li navçeya Midyada Mêrdînê ji dayik bû. Devrîm Demîr a ku neçar ma di salên 90'î de bi malbata xwe re koçî Stenbolê bike, li Ameda ku piştî xwendina konserwatuarê vegeriya 10 sal in li Aram Tîgran, Ma Muzîk û KASED'ê kar û xebatan dimeşîne. Devrîm Demîr, der barê çalakî û projeyên hilbijartinê de pirsên ajansa me bersivandin.

'Min xwe berpirsyar dît û xwest vî barî hilbigirim’

*Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê 8 sal in bi qeyûm tê birêvebirin. Polîtîkayên şerê taybet bi awayekî giran tên meşandin. Di pêvajoyeke wiha de we çawa biryar da bibin namzeda hevserokatiyê?

Berxwedan qadeke piralî ye. Di her qada vê berxwedanê de jî rîsk hene. Kesên ku vê têkoşînê hildibijêrin bi van heqîqetan re dikevin vê riyê. Min dema ku di qada çandê de xebat dimeşand, qeyûmên ji şaredariyên Kurdistanê re hatin tayînkirin, destpêkê vê qadê û qada jinan hedef girtin. Em wek xebatkarên qada çandê rastî gelek êrîşan hatin. Bi dehan saziyên me hatin girtin û ji bo me qadên xebatê hatin hiştin. Dibistan û saziyên ku me kurs dida, yek bi yek hatin girtin. Lê tevî van êrîşan jî ruhekî mezin ê berxwedanê hebû. Bi vî ruhê re me saziyên xwe ji nû ve vekir û perwerdeyên xwe domand. Îro tenê li Amedê 6 saziyên ku di qada çandê de xebatê dimeşînin hene. Me van qadan ji tunebûnê afirandin. Me bi îradeyek mezin û ruhê têkoşînê ji nû ve dest pê kir.

Ger em behsa min çima di pêvajoyeke wiha de biryarek wiha girt bikin; em dinêrin qeyûm dixwaze her qadê jiyanê ji me re teng bike û bê bêhn bihêle. Vê yekê jî destpêkê êrîşkirina zimanê dayikê, çand û nasnameyan dike. Ji bo me ji hemû heqîqeta me dûr bixe hemû tiştan dike. Ji bo vê çi ji destên wî tê dike. Li dijî van êrîşan jî pêwîstî bi xebat û têkoşîneke mezin heye. Çawa ku em dema destpêkê qeyûm hatin tayînkirin bertekek mezin nîşan da divê îro jî li dijî van êrîşan heman helwestê nîşan bidin.

Hunermend di wateya berxwedanê de di civakê de jî xwedî roleke mezin in. Di vê xalê de der barê pirsgirêkên di civakê de tên jiyîn û pêvajoyê de jî xwe berpirsyar dibînin. Di xala çareserkirina van pirsgirêkan de jî dem bi dem qadên xwe yên berxwedanê diguherînin. Em dibînin ku qeyûman çawa zirarê didin her qadê divê li dijî van polîtîkayan hinek refleksan bi pêş bixin û vî barî hilbigrin. Tişta ku min jî di vê pêvajoyê de kir ev yek bû, min xwe berpirsyar dît û xwest vî barî hilbigrim. Em nizanin li pêşiya me çi heye lê çi dibe bila bibe, ji bo me ya bingehîn berxwedan e. Em ê berxwedana xwe li her qadê berdewam bikin.

‘Em ê ji nû ve dest bi xebatê bikin û bi tecrubeyên xwe re xwe ji nû ve birêxistin bikin'

*Hûn ê der barê jin, zarok û ciwanan de projeyên çi awayeî pêkbînin? Xebatên ku hûn di warê çandê de pêkbînin hene an ne?

Em ê xebatên xwe ji nû ve nedin dest pê kirin. Ji ber ku tecrube û bîreke me ya mezin heye. Em ê bi vê bîr û tercubeyan, xwe ji nû ve birêxistin bikin. Qeyûman di vê pêvajoyê de li dijî civak, jinên di civakê de xwedî cihekî girîng û di qada çandê de êrîşên cidî meşandin. Têkoşîna azadiya jinên Kurd û xebatên meşandin li holê ne. Îro tevî hemû pêvajoyên zehmet jî jinên ku li qadan in û pêşengiya pêvajoyê dikin hene. Xwedî îrade û biryardariyek mezin in. Her dem di riya azadiyê de dimeşin. Ji bo vê jî dewlet destpêkê jinan hedef digre û êrîşê vê qadê dike.

Destpêkê li dijî jinan û piştre jî li dijî ziman, civak û çandê êrîş meşandin. Bi van êrîşan re armanc kirin nirxên di nava civakê de tune bikin û vê rêxistinbûne qels bikin. Ev êrîşên jî bi salan e bi awayekî pergalî didomînin. Me dema îro jî dinêrin, em rastî qedexeyên çandî û zimanê dayikê tên. Em ê li dijî van êrîşan tecrubeyên xwe yên berê jî li ber çavan bigrin û xebatên xwe bimeşînin.

Destpêkê em ê hemû şaredariyên xwe jî qeyûman bigrin. Em ê bi paradîgmaya demokratîk, ekolojîk û azadiya jinan qadan û rêveberiyên xwecihî ji nû ve ava bikin. Em ê bi vê çarçoveyê re li qadan xwe bi rêxistin bikin. Em ê dîsa saziyên xwe yên jinan ên hatine girtin ji nû ve vekin û malên jiyanê bidin avakirin. Em ê saziyên xwe yên der barê çand û ciwanan de xebat dimeşînin ji nû ve aktîf bikin. Em ê van saziyan hîn zêdetir mezin bikin û li qadan bin. Di 8 salên dawî de di civakê de texrîbatên pir cidî çêbûn. Hem girtina van saziyan û hem jî bi polîtîkayên şerê taybet ên li Kurdistanê tên meşandin re ev texrîbat hîn zêdetir bûn.

Dema em îro dinêrin, li her serê kolanan ciwanên ku madeya hişbir bi kar tînin hene. Ev rewş heta 8 salan heye. Dîsa li dijî jinan polîtîkayên cidî yên fuhûşê û madeyên hişbir tên meşandin. Dixwazin hem jinan û hem jî ciwanan di nava vê polîtîkayê de asê bikin. Em ê li dijî van polîtîkayên qirêj civakê birêxistin bikin û hem qadên xwe yên xebatê hem jî yên xizmetê berfireh bikin. Ev jî wê bibe yek ji armancên me yên ewil.

'Em ê bi piştevaniya gel projeyên xwe pêk bînin'

*Mêrdîn bajarek pirzimanî û pirçandî ye. Gelên Êzidî, Suryanî, Kurd û Ereb bi hev re dijîn. Gelo hûn ê ji bo parastin û zindîkirina vê çandê xebatên çawa bimeşînin?

Ji dîrokê ve heta niha ev gel bi hev re jiyane. Em dibînin piştî şerê ku di salên 90’î de li Kurdistanê dest pê kir, hinek aliyên li bajêr kêm bûn. Bi taybetî hem gelê Êzidî hem jî Suryanî piştî vê pêvajoyê neçar man ji bajêr koç bikin. Ev kes di pêvajoya dawî de dest bi vegera bajêr kirin. Dema vê yekê dikin jî, rastî hin astengiyên pergalê tên. Ev pergal bajarekî pirreng, pirdeng û pirziman naxwaze. Hikûmetên ku xwe bi pergala netew-dewletê ava kirine, her dem helwestek yekreng dimeşînin. Ji bo vê jî dixwazin van cudahiyên di navbera mirovan de ji holê rakin û belav bikin. Yek ji armanca me ya ewil jî rakirina astengiyan li pêşiya welatiyên ku dixwazin vegerin axa xwe ye. Gelên li wir tevî axên xwe yên bi bereket, qeyranek aborî ya cidî dijîn. Her dem pirsgirêka av û elektrîkê dijîn. Tê xwestin gel bi van pirsgirêkên hatine afirandin re bê alternatîf bê hiştin. Ev rewş wan neçarê koçberiyê dike. Ger ku qeyrana aborî û xizaniya di nava civakê de bê çareserkirin dê pêşiya koçberbûnê jî bê girtin. Divê ji bo îstîhdamê qad bên avakirin. Ev jî divê destpêkê ji bo jin û civakê bên kirin. Der barê vê yekê de gelek projeyên me hene. Em ê bi piştevaniya gel hemû projeyên xwe pêk bînin. Bajarê me Mêrdîn bi van proje û çareseriyên ku bên dîtin re, wê rengê xwe jî û çanda xwe jî hîn zêdetir bike.