Destûr nehat dayîn ku Armîta Girawend were bibîranîn

Destûr nehat dayîn ku malbata Armîta Girawend a ku di sala 2023'an de li Îranê ji ber îşkenceya polîsên 'exlaq' jiyana xwe ji dest da, bibîr bînin.

Navenda Nûçeyan – Îranê rê neda ku malbata Armîta Girawend wê bibîr bînin. Her wiha bîranînên salvegera mirina Armîta li ser hesabên medyaya dîjîtal hatin astengkirin.

Hêzên Îranê nehiştin malbata Armîta Girawend merasîma keça xwe bibîr bîne û dest bi kontrolkirina ketin û derketina mala malbatê kirin.

Malbata Armîta Girawend hatibû agahdarkirin ku rê nadin merasima bîranînê li mala xwe û li ser gora keça xwe li dar bixin û hesabên medyaya dîjîtal ji bîranîna salvegera mirina wê re hatin astengkirin.

Çi çêbû?

Amîta Girawend a ku di sala 2006’an de dayîkbûyê  û xelkê bajarê Kirmaşanê ya Rojhilatê Kurdistanê ye, di sala 2023’an de li Tehranê di encama îşkenceya polîsên Îrşad (exlaq) ên dewleta Îranê de, 28 rojan di komayê de bû. Amîta Girawend li nexweşxaneya Fecir jiyana xwe ji dest da.