‘Destûr bidin bila dengê jinan bigihîje meclisê’

Koalîsyona Jinan bang li partiyên siyasî kir û xwest ku ji bo jin bi awayê wekhev û di asta nûnertiyê de daxilê hemû pêvajoyên biryardayîn û çareseriyê bibin, gavên şênber bavêjin.

Navenda Nûçeyan- Koalîsyona Jinan têkildarî hilbijartinên ku dê di 14’ê Gulanê de li Tirkiyeyê pêk werin, daxuyaniya nivîskî da. Di daxuyaniyê de hat bibîrxistin ku 20 sal in Koalîsyona Jinan li Tirkiyeyê rojeva hilbijartinan dişopîne û hat diyarkirin ku divê bi têkoşîna bi biryardarî, ji bo beşdariya wekhev, zagonek ji bo wekheviyê hebe.

‘Şerê mêran ê ji bo qoltuxê derdixin pêş’

Di daxuyaniyê de bal hat kişandin ku di pêvajoya hilbijartina ku li welat gelek girîng e de mixabin bazar û siyaseta qoltuxê ya di navbera mêran de derketiye pêş û hewl tê dayîn ku rojeva siyasî ya jinan bikeve plana paşîn û neyê dîtin.

‘Sedema cudakariyê tenê zagon nîn in polîtîkayên partiyên siyasî ne’

Di daxuyaniyê de bi gotinên; “Cudakariya siyasî, vederkirin, çavkaniya şîdeta aborî û siaysî tenê zagon nîn in. Em dizanin ku sedema vê yekê nêzîkahiya saziyên siyasî û bi taybetî jî partiyên siyasî ya ku wekheviya zayendî esas nagirin sedema sereke ya vê rewşê ne” bal hat kişandin ku vê helwesta polîtîk û van pêkanînan li dijî rêgeza wekheviyê ya di benda 10’emîn a makezagonê de ne.

‘Di zagonan de tu astengî tune ne’

Di daxuyaniyê de hat xwestin ku li gorî rêgeza wekheviya zagonî û ji bo pêşî li siyaseta demokratîk pêk were divê di hilbijartinan de daxwazên lezgîn werin esasgirtin û wiha hat gotin:

“Em dixwazin ev yek li gorî Zagona Partiyên Siyasî û Zagona Hilbijartinê bikeve pratîkê. Di pêvajoya hilbijartina li pêşiya me de, ji bo jin di her astê de bikaribin beşdarî mekanîzmayan bibin, tu astengî di zagonan te tune ye. Zagonan û makezagonê pêk bînin, li pêşiya jinan nebin asteng. Bila dengê xwe bigihîjinin meclisê.

Daxuyanî bi van hevokan domiya:

 ‘Li jinên ku li herêmên erdhejê ne guhdarî bikin’

*Di vê pêvajoya hilbijartinê de partiyên siyasî divê ku partiyên siyasî şîna bi hezaran mirovên ku di erdheja Mereşê de mirine bigrin, encamên ku ji ber vê erdhejê çêbûne ji hişê xwe dernexin û ji bo ku mirovên me yên li herêmên erdhejê bikaribin mafên xwe yên siyasî bêyî astengî û manîpulekirin, bi awayê herî bi ewle pêk bînin, mekanîzmayên serbixwe û bêalî ava bikin. Li  jinên ku li herêmên erdhejê di rewşa zor û zehmet de ne, guhdarî bikin, wan tevli pêvajoyê bikin, pêşî li wan vekin ku roveva xwe daxilê rojeva hilbijartinê bikin;

*Divê partiyên siyasî pêşî li jinan vekin û bi awayê çalak beşdar bibin, di hilbijartinên giştî de bi beşdariya wekhev ji cihî jinan namzed nîşan bidin;

*Ji bo pêkanîna mafên wekhev û siyasî yên jinan hem ji xezîneyê hem jî partiyên siyasî ji butçeyên xwe divê di çarçoveya polîtîkayên wekheviya zayendî û civakî ji bo piştgiriya nemzedên jin were xerckirin.