‘Desthilatdarî naxwaze huner di civakê de hişyariyê ava bike’

Li Başûrê Kurdistanê her diçe tundiya li hemberî jinan zêde dibe. Têkildarî mijarê hunermend Rûbar Ehmed diyar kir ku ji hikûmetê tu piştgiryê nagirin û diyar kir ku desthilatdarî naxwaze civak bi hunerê hişyar bibe.

ŞÎNYAR BAYÎZ

Silêmanî –  Weke tê zanîn huner weke qada ku civakê ronî dike û di nava gel de şiyariyê çêdike hatiye binavkirin. Di hişyarkirina civakê li dijî tundiya li ser jinan ku li hemû cîhanê heye huner xwedî roleke girîng e. Hunermenda Şanoyê Rûbar Ehmed der barê mijarê de ji ajansa me re nirxandin kir û diyar kir ku tundiya li ser jinan mijareke cuda ye û diyar kir ku desthilatdarî naxwaze pêşî li vê yekê bigre.

'Bi xebatan hişmendî dikare were avakirin'

Rûbar Ehmed destnîşan kir ku bûyerên tundiya li ser jinan roj bi roj zêde dibin û bal kişand ser rola hunerê di pêkanîna wekheviya zayendî de û got: “Divê huner di afirandina hişmendiya civakî ya li ser wekheviya zayendî û ronîkirina civakê de rola xwe bilîze. Bi riya fîlm, rêzefîlm û şanoyê hişmendî dikare were avakirin. Divê bandora hunerê hebe lê belê di pêvajoya niha de qeyrana aborî ya ku her roj zêde dibe yeke û ev yek bandoreke neyênî li ser jiyana mirovan dike. Hikûmet girîngî nade rewşenbîr û hunerê.”

‘Hikûmet naxwaze di nava civakê de zanabûn hebe’

Rûbar Ahmed da zanîn ku der barê jinan de dramek amadekiriye lê belê ji bo weşandina wê divê piştevanî were avakirin û got: “Heta niha tu partiyan bersiva daxwazên me nedane. Hema bibêje her roj bi nûçeyeke qetliama jinê em di rabin. Rêveberiya Herêma Federal a Kurdistanê 31 sal in desthilatarî heye. Divê hikûmet der barê pirsgirêkên jinan de hişamendiyê zêde bike. Hikûmet naxwaze di nava civakê de hişemendî were avakirin.”

‘Desthilatdarî li gorî xwe hunerê ava dike’

Rûbar Ahmed destnîşan kir ku di nava civakê de cihê herî giring cihê hunermendan e û got: “Ji ber ku desthilatdariyê li gorî xwe hunerek ava kiriye. Ew çi bikin bila bikin kesan bi bandor nakin û hişmendiyê ava nakin. Ji 16 saliya xwe ve ez bi hunerê re eleqeder dibim, ji bo zanabûna gel huner xwedî bandoreke mezin e loma naxwazin huner li ser cewhera xwe bi pêş bikeve û hunermend zana bibin. Huner divê bibe riya avakirina hişmendiyê lê di rewşa heyî de huner bûye sedem ku kes jê bi bandor nebe.”