Desteya Jîngehê ji bo kêmkirina ziyanên guherîna avhewayê dixebite

Hevseroka Midûriyeta Jîngehê li bajarê Hesekê Rovand Ebdo diyar kir ku sedema guherînên avhewayê zêdebûna rêjeyên germahiyê ye û got: "Ji bo kêmbûna ziyanên guherîna avhewayê projeyên stratejîk berdewam in."

ESMAA MUHEMED

Qamişlo – Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê wek tevahî cîhanê bi bandorên cidî yên guherîna avhewayê re rûbirû ye. Ev jî bandorê li çandinî, ajalan, nebatan û heta li tendrustiya mirovan dike. Di vê çarçoveyê de Rêveberiya Jîngehê li bajarê Hesekê ya kantona Cizîrê tev digere û projeyên stratejîk ji bo ji nûve daristan çêkirina erdê, şopandina asta qirêjiyê û rêxistinkirina xebatên pîşesaziyê, dest pê dike. Armanc ji vê welatiyan teşwîq bike ku bibin hevkarên çalak di parastina jîngeh û pêşerojê de.

'Zêdebûna germahiyê bandor li guherîna avhewayê dike'

Hevseroka Midûriyeta Jîngehê li bajarê Hesekê Rovand Ebdo diyar kir ku sedema guherînên avhewayê li cîhanê tevahî zêdebûna rêjeyên germahiyê ye û got: "Rêjeyên bilindbûna germahiyê jî ji encama zêdebûna çalakiyên mirovan, bi taybet ji destpêkirina şoreşên pîşesaziyê û pêşketinên mezin a teknolojîk û teknîkî ye. Her wiha zêdebûna çavkaniyên sotemaniyê wek petrol, komir û xaza xwezayî ku di bin sedema berdana xazên jehrîn ên ku têne şewtandin wek karbonmonoksît, karbondîoksît, nîtrojen dîoksît û sulfur dîoksît jî di guherîna avhewayê de rol dilîzin. Her wiha bandorê li jîngehê dikin wek helîna cemadê li qutbên Bakur û Başûr, bilindbûna asta deryayê û bilindbûna rêjeyên germahiyê."

'Ji bo kêmbûna ziyana guherîna avhewa proje hatine destpêkirin'

Rovand Ebdo da zanîn ku herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê para xwe ji guherînên avhewayê digre û wiha got: "Di encama guherîna avhewayê de li herêmê pirsgirêkên kêmbûn avê zêde dibe wek çema Firatê ku ji aliyê dewleta tirk ve hatiye qutkirin. Ev kêmbûna avê bi guherîna avhewayê re hevdem e. Bi hezaran hektar erdên çandiniyê ji xizmetê derketin, şorbûna axê zêdebû û hejmara lawiran ku xwe dispêrin çêregehan wek pez kêm bûye. Her wiha bandorê li çandiniyê jî dike. Desteya jîngehê hewl dide bandorê guherîna avhewayê li ser herêmê kêm bike, ew jî bi riya çandina şitilgehên çandiniyê ku tê de darên xwecihî yên ku bi xwezayî li herêmê şîn dibin tên çandin. Armanc ew e ku daristankirina deverên zirardar li herêmê nû bikin. Her wiha me hemleyên daristançêkirinê yên dijwar jî dest pê kirine."

'Lêkolîn derbarê sedemên qirêjiya hewayê didomin'

Rovand Ebdo dest nîşan kir ku laboratuwara Jîngehê ya Desteyê jî dixebite û derbarê qirêjiya hewayê lêkolîn dike û wiha domand: "Li bajarê Hesekê û Qamişlo lêkolînên meydanî hatin kirin û deverên herî qirêj hatin destnîşankirin. Li ser bingeha wan biryaran û bi hevkariya şaredariyan, li Hesekê biryarek hat dayîn ku ji xwediyên dikanan li deverên ku axa çandiniyê li nîn e sarincên nebat an şitlan biçînin. Armanc jê ew e ku kalîteya hewayê baştir bibe û qirêjî kêm bibe."

'Ji bo parastina jîngehê dê çandina daran bên zêdekirin'

Di berdewamiya gotinên xwe de Rovand Ebdo tekez kir ku xebatên jîngehê li ser bingeha hevkariya berdewam tên kirin û got: "Ev xebat divê di navbera meclis, komîn, şaredarî û cihên berpirsyar ji aborî, çandinî û tendrustiyê ava bûne, bê berdewamkirin. Şertê avakirina kargehan jî li derveyî bajaran be. Her wiha ji xwediyên kargehan tê xwestin ku li dora kargehên xwe daran biçînin ji bo kêmkirina bandorên qirêjiyê û kêmkirina zirara jîngehê ya ji çalakiyên pîşesaziyê çêdibe."

‘Pengavên hişyarkirinê berdewam in'

Rovand Ebdo diyar kir ku Desteya Jîngehê bi riya hemleyan hişyarkirinê belav dikin û jîngehê diparêzin û got: "Em bi riya nivîsgeha Hişyarî û Perwerdehiya Jîngehê pengavên hişyarkirinê li dibistan û civakên herêmî didomînin. Bi armanca belavkirina çanda jîngehê û zêdekirina hişmendiya civakê. Hemle jî bi riya waneyên jîngehê, çandina daran û kampanyayên paqijiyê tên meşandin. Bê hevkariya civaka herêmî, encam nayê bidest xistin. Deste ji bo xurtkirina têkiliyên bi komîn û niştecihan re dixebite û dixwaze projeyên xwe bi hevkariya civaka herêmî pêk bîne. Projeya 'Sifir Bermayî' ku bi hevkariya şaredarî û Heyva sor a Kurd sê salin berdewam dike ji bo hilberandina gubreya xwezayî û cudakirina bermahiyan û ji nû ve bi kar anîn. Tevî zehmetiyan û budceya kêm, Deste salane projeyên stratejîk ên ku armanca wan parastina jîngehê û bidestxistina pêşketina domdar e pêşniyar dike û pêk tîne."

'Her kesek berpirsyariya parastina jîngeha xwe ye'

Rovand Ebdo gotinên xwe wiha dawî kir: "Her kesek berpirsyariya jîngeha xwe ye û dikare bi tevgerên xwe yên rojane dostê jîngehê be. Bi parastina çavkaniyên avê, lênêrîn û çandina daran jîngehek saxlem ava dibe. Banga me ji civakê re heye ku bi saziyan re hevkariyê bikin da ku pêşerojek jîngehê ya baştir bi dest bixin."