Desteya Jinan ji bo parastina zarokan kampanyayek da destpêkirin

Desteya Jinan a Rêveberiya Xweser ji bo zarokan kampanyayek da destpêkirin. Di kampanyayê de dê gelek çalakî ji bo zarokan, malbat û civakê bêne lidarxistin.

Navenda Nûçeyan-Desteya Jinan a Rêveberiya Xweser bi daxuyaniyekê kampanyaya ‘Ji bo zarokatiyeke tendurist… başî û parastin… pêşveçûn û hişmendî’ ragihand. Cîgira seroka desteyê Sewsen El Xelef bi beşdariya endamên desteyê û tevgerên jinan daxuyanî xwend.

Sewsen El Xelef destnîşan kir ku zarok rojane di encama şer û aloziyan de rûbirûyî binpêkirinan in û diyar kir ku tevî zehmetiyan jî lê ji bo Rêveberiya Xweser hişmendî, pêşveçûn û parastina zarokan, mafên sereke ne.

Sewsen El Xelef bi bîr xist ku Desteya Jinan a Rêveberiya Xweser lihevkirin û peymanên NY`yê yên têkildarî zarokan esas digire, ji bo ku jiyanek û siberojeke baştir ji zarokan re misoger bike.

Bernameya kampanyayê ev e:

-Têkildarî rola malbatê û civakê di parastina mafên zarokan de, civîn bên lidarxistin.

-Têkildarî erkên demkî yên parastina jiyana zarokan bi rêya qanûna zarokan, lidarxistina semîneran.

-Girêdayî mijarên tenduristiya giştî ya zarokan û pêşxistina hişmendiya tenduristiyê, lidarxistina bernameyên hişyarkirinê.

-Ji bo pêşkêşkirina şêwira derûnî û civakî ji bo zarokan, lidarxistina xelekên hişyarkirinê. Ji bo pêşxistina jiyana zarokan di civakê de, teşwîqkirina însiyatîfên civakî yên dilxwaz.

-Ji bo pêşxistina behre û şiyanên zarokan da ku di jiyana xwe de serkeftî bin, lidarxistina werşeyên kar û perwerdeyê.

-Belavkirina broşûrên têkildarî rêgezên giştî yên mafên zarokan.

-Ji bo piştgiriya zarokan û pêşxistina wan di tevahî aliyan de, lidarxistina bername û çalakiyên perwerdeyê.

-Ji bo pêşkêşkirina desteka pêwîst û çareserkirina pirsgirêkan, serdana baxçeyên zarokan, dibistan û peymangehan.

-Bi koordîneya Tevgera Hîlala Zêrîn a Çanda Jinan lidarxistina mîhrîcaneke zarokan.