Desteya Jin a Şehbayê piştgiriyê dide jinên kar dikin

Desteya Jin a Efrîn-Şehbayê ya ji bo çareseriya pirsgirêkên jinên kar dikin li navçeya Til Rifetê Bexçeyê Zarokan vekir, bi xebatên xwe ji bo jinên kar dikin dibe piştevanî.

HESNA MIHEMED

Şehba - Desteya Jin a Efrîn-Şehbayê ji bo çareserkirina pirsgirêk û zehmetiyên dayikên di nava kar û xebatan de, li navçeya Til Rifeta kantona Şehbayê baxçeyê zarokan vekir û zarokên ku dayikên wan kar dikin pêşwazî dike. Baxçeyê zarokan di 25'ê Nîsanê de hat vekirin û heya niha 8 zarok lê dimînin. Velantîne Bekir ya endama Baxçeyê Zarokan a bi armanca piştgirî dayîna jinên ku kar dikin hat vekirin li ser xebatên xwe axivî.

'Deriyê me ji hemû zarokan re vekiriye'

Velantîne Bekir bal kişand ser pêdiviyên wan bi vekirina baxçeyê zarokan li Til Rifetê û got: "Ev bû demek baxçeyê zarokan hatiye vekirin û em tê de kar dikin. Ev baxçe ji bo dayikên di nava kar de gelek bi sûd e û destekê dide jinên ku dixebitin, ew zarokên xwe li gel me dihêlin û bi rehetî karê xwe didin meşandin bê astengî û zehmetî. Desteya Jin ev baxçe vekir û derfetên kar ji jinan re ava kir. Rojane deriyên me ji zarokan re vekirîne û wan bi hezkirin pêşwazî dikin. Ji saet 8:00 heya saet 3:00'an em zarokan pêşwazî dikin û pêdiviyên wan pêk tînin. Em nahêlin demên wan vala derbas bibin lîstokên bi sûd bi wan re dilîzin."

'Em wan fêrî nivîsandin û xwendinê dikin'

Di dawiyê de Velantîne Bekir diyar kir ku bi riya lîstokan zarok fêrî xwendin û nivîsandinê jî dibin û ev tişt got: "Em du jin li gel zarokan dimînin û pêwîstiyên wan pêk tînin. Her wiha em xwarinê jî ji wan re amade dikin. Li kêleka wê wan fêrî hejmar û tîpên Kurdî jî dikin. Li gel me zarokên ji pêkhateya Ereb jî hene. Em nahêlin zarok hîs bikin ji dayikên xwe dûr ketine û demên xweş em bi hev re derbas dikin. Me gelek dixwest baxçeyek bi vî rengî ji me re vekin û em bi vekirina baxçe jî gelek şad in. Zarokên ji 3 mehî heya 6 salî em pêşwazî dikin, li kêleke wê Desteya Jin hemû pêdiviyên vê baxçeyê ji me re pêşkêş dike. Em dixwazin her dayikek ku astengiyê di karê xwe de dibîne ji bo zarokên xwe berê xwe bide gel me