Desteya Şaredariya Efrînê bang li UNICEF kirin

Desteya Şaredariya Gel a herêma Efrîn Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê li ser biryara rêxistina UNICEF a qutkirina ava vexwerinê li ser koçberên Efrînê daxuyanî dan.

Şehba- Desteya Şaredariya Gel a herêma Efrîn bi rêya daxuyaniyekê bang li rêxistina UNICEF kirin ku dev ji biryara ku dane ya kêmkirina rêjeya avê vexwerinê li ser koçberên Efrînê yên li Kantona Şehba ya Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê bi cih bûne, kirin. Daxuyanî li pêşiya navenda Desteya Şaredariya Gel li gundê Til Sûsin a navçeya Ehdas a Şehbayê hate dayin. Di daxuyaniyê de endamên desteya şaredariyê amade bûn.
Daxuyaniya ku ji aliyê endama Desteya Şaredariya Gel a herêma Efrîn, Şervîn Şêxo ve hate xwendin wiha bû: "Li ser dagirkirina Efrînê nêzî sê sal û nîv derbas bû, gelê Efrînê yên koçber jî li herêmên Şehba yê û Helebê bi cih bûn û li wir di malên ku para xwe ji şerên ku li wir qewimîne rastî bombebaran û hilweşandinê hatine dijîn. Rêxistina UNICEF bi spasî ji destpêka koçberiya gelê Efrînê avê pêşkêş dikin, her wiha xezanên ava vexwerinê li tevahî herêmê û bi taybet li wargehên koçberiyê belavkir. Ev xezan bi qasî 2400 m.kiyob rojane dihat dijî kirin, heya dîroka 10'ê vê mehê bi awayekî biryarkirî tijî dikirin. Lê ji dîroka 11'ê vê mehê û şûn ve miqdara ava ku ji herêmê re dihat, hat kêmkirin û miqdara avê gihşêt 1000 m.kiyob di saya mercên dijwar ên ku koçberên Efrînê tê re derbas dibin û bi taybet di demsala havînê de û germahiya bilind ku tê jiyîn, her wiha kêmbûna barandina baran di zivistanê de ev hêşt ku miqdara ava binerd kêm bibe û bîr ziwa bibin. Di saya hewcedariya zêde ji ava vexwerinê re ji ber ava bîrên ser erd di encama qirêjbûnê de nayê vexwerin, rêxistina UNICEF rêjeya av li ser koçberan kêmkir."
Di dawiyê daxuyaniyê de bang li rêxistinên mirovî hat kirin û wiha daxuyanî bi dawî bût: "Em wek rêveberên şaredariyan hemû xizmetên me  dikevin xizmeta koçberên Efrînê, lê rêxistina UNICEF em matmayî kirin bi biryara kêmkirina vê miqdarê, ji ber sedema vê biryarê 38 gund û 3 navçeyên kanton Şehbayê ji ava vexwerinê mehrûm man. Li gor desteya netewên yekbûyî yê ku piştgiriya rêxistinên navneteweyî dike û piştgiriya mirovî ji gelên koçber re peşkeş dike li hember vê biryarê bê dengin. Birayara ku ji hêla UNICEF ve hatiye standin  ne li gor armancên UNICEF û pêwîstiyên koçberan e. Ji ber vê yekê em ji UNICEF dixwazin ku biryara xwe dubare ber çav re derbas bike. Em banga civaka navneteweyî û rêxistinên mirovî dikin ji bo ku bi erka xwe ya exlaqî û mirovî rabin û piştgiriya koçberên ku avê vexwerinê li ser wan hatiye qutkirin, bikin."
"Jêdera bingehîn a jiyanê tê qutkirin"
Endama Desteya Şaredariya Gel a herêma Efrîn Mêrvet Hemede bal kişand ser kêmbûna rêjeya ava vexwerinê ji aliyê rêxistina UNICEF ve û ev tişt got: "Em nêzî 4 salin li Kantona Şehbayê bi cih bûne li vir rewşa jiyanê dijware û ava vexwerinê yê tendirustî gelek kême. Destpêkê rêxistian UNICEF av û xezanên avê li ser gelê koçber belavkirin û bi awayek rojane av tijî dikirin. Niha jî biryara standiye rêjeya avê li ser koçberan kêm kiriye, avê ku derbasî kantonê dibe têrê 80'ê hezar koçber nake. Divê rêxistina UNICEF milî wijdanî û mirovî li ser biryara xwe bifikirin. Av jêdera bingehîn a jiyanê ye mirov nikare bê av bijî. Ruxmî ku UNICEF bi mirovahî bang dike lê bi biryara xwe zextek li ser koçberan ava dike. Ji ber sedemên şerên ku li Şehba hatine jiyîn avê bîrên heyî ne li gor avê vexwerinê ye giştî qirêje."