Desteserkirina şaredariya Colemêrgê li Kobanê hat şermezarkirin

Desteya Rêveber a Herêmê ya Kantona Firatê û Şaredariya Kobanê nerazîbûn nîşanî desteserkirina şaredariya Colemêrgê dan û diyar kirin ku wê gelê Kurd bi îradeya xwe dawî li desteserkirinê bîne.

Kobanê - Di 3’ê Hezîranê de hevşaredarê Colemêrgê Mehmet Siddik Akiş hat binçavkirin û Şaredariya Colemêrgê hat desteserkirin. Li dijî desteserkirina şaredariyê û girtina hevşaredar nerazîbûn berdewam dikin. Endam û rêveberên Desteya Herêmî ya Kantona Firatê û Şaredariyên Kobanê li dijî desteserkirina vîna gel li pêşiya Şaredariya Kobanê daxuyanî dan.

Di daxuyaniya ji aliyê Felek Yûsif ve hat xwendin de wiha hat gotin:

"Hilbijartin rêbazeke bingehîn e ji bo bihêzkirina demokrasiyê. Bi taybetî der barê hilbijartinên şaredariyan de. Ji sala 2016’an û vir ve em bûne şahidê azwerî û îradeya gelê Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê ku mafê xwe yê diyarkirina çarenûsa xwe bi kar tînin. 

Di 31’ê Adara 2024’an de hilbijêr bi çûndina ser sindoqan îradeya xwe careke din nîşan dan û şaredariyên xwe ji bin dagirkeriya dewleta Tirk rizgar kirin lê belê, desthilatdariya AKP’ê ya bi serkêşiya Erdogan di demek kurt de careke din destwerdan kir. Ji bo betalkirina encamên hilbijartinan dest avêt hevşaredarên serkeftî û dixwaze careke din bi dagirkirinê bi rê ve bibe.

Bajarê Wanê ku diviyabû pêşengiya vê guherînê bikira, rastî gelek astengiyan hat lê berxwadanî û îradeya welatiyan nehişt ku Erdogan şaredariya Wanê desteser bike.

Li Colemêrgê jî gel îradeya xwe di hilbijartinan de nîşan da û ji bo hevşaredariyê Mehmet Siddik Akiş hilbijart. Li dijî wê desthilatdariya Tirk tehemul nekir û bi hinceta piştgirîdayîna Kobanê Hevşaredar Mehmet Siddik Akiş girt û piştre ji ber dozê 19 sal û 6 meh cezayê girtîgehê lê birî. Hewl didin bi vê yekê dengê gel qut bikin û  îradeya gel desteser bikin.

‘Em pêkanînên dewleta Tirk şermezar dikin’

Gelê Colemêrgê li dijî desteserkirin û zilmê derdikeve û diyar dike ku piştgirîdayîna Kobanê helwesteke mirovî ye û redkirina neheqî û dagirkeriyê ye. Em weke Desteya Rêveberiya Herêmî li Kantona Firatê û şaredariyên Kantona Firatê, piştgiriya xwe ya ji bo berxwedana gelê Kurd a li Bakurê Kurdistanê û bi taybetî gelê Colemêrgê û helwesta wan a domdar ji bo pêkanîna pîvanên demokratîk, nîşan didin. Em pêkanînên zordest ên dewleta Tirk ên li ser vîna gelê Kurd li Bakurê Kurdistanê, şermezar dikin.

Em bang li rêxistinên cîhanê yên alîgirên mafên mirovan in dikin ku ji bo ronîkirina astengiyên li pêşiya pêvajoya demokrasiyê ya li Tirkiyeyê erka xwa pêk bînin û ji wan dixwazin ku îradeya azad a gelên Tirkiyeyê xurt bikin û piştgiriyê bidin wan. Serketin ji bo îradeya gelan."