Destek bi tenê çepik lê nade
Tevna Alîkariya Jinên Êzidî bi baldariya xwe li hemberî civaka Êzidî bi taybetî jinan, ji bo alîkarîdayîna kesên muhtac kampanyayek da destpêkirin.
Şengal _Tevne Alîkariya Jinên Êzidî bi perpirsyariyek mezin li hemberî kesên hejar ku li Şengalê dijîn û alîkarîdayîna wan, li ser medyaya civakî kampanyaya alîkariyê da destpêkirin.
Mehbet Hecî Seydo jineke ji gundê Borikê ye. Dayika 5 zarokan bû lê belê ji ber rewşa tenduristiyê ku sedema wê nayê zanîn, hevjînê wê û 3 zarokên wê jiyana xwe ji dest dane.
Ev nexweşiya ku heye niha li ser wê tu lêkolîn nehatine kirin, tenê bi mirina hevjîn û 3 zarokên dayikê re bi sînordar nemaye. Heya roja îro ev nexweşî li pey wan e. Du zarokên dayikê yên bi temenê ciwan ku ji derveyî wan tu kesê wê nîn in jî bûne hedefa vê nexweşiyê.
Mehbet Hecî ku hewara xwe gihîştand Tevna Alîkariya Jinên Êzidî bêbersiv nemaye. Tevna Alîkariya Jinên Êzidî ji bo ku bikaribe alîkariya madî ji dayîkê re bi dest bixe di 13’ê Îlona îsal de, li ser medyaya civakî dest bi kampanyaya alîkariyê kir. Ev kampanya bi hêviya ku bikaribe heqê tedawiya zarokên dayika Mehbet bi dest bixe û ji vê nexweşiya ku bûye bela serê wan rizgar bike, hatiye destpêkirin.
“Ji ber nexweşiyek ku nav le nehatiye dayîn çar kesên ji malbatê jiyana xwe ji dest dan”
Dayika Mehbet Hecî Seydo li pêşiya xwe wêneyên 4 kesên ji malbata xwe ku bûna qurbaniyên nexweşiyek nenaskirî rêz kiribûn, spasiya Tevna Alîkariya Jinên Êzidî û hemû kesên ku bûn alîkar û destek dan wê kir. Di heman demê de bang li hemû kesên xwedî wijdan kir ku bikaribin kurê wê yê bi navê Sahir ji vê nexweşiyê rizgar bikin û wiha pêda çû; “Ez spasiya Tevna Alîkariya Jinên Êzidî dikim ji bo min bûn alîkar û bi hewara min ve hatin. Dîsa ew kesên xêrxwaz û bi wijdan ku ji derveyî welat û ji welat ji bo me destek dane spasiya wan dikim. Lê daxwezek min heye. Min 4 kesên xwe winda kirin kurekî min jî li ser riya bira û xwişka ve diçe. Tenê kurekî min dimîne. Ez bang dikim ku kurê min xilas bikin, tu kesê min ji derveyê wî nîn e.”
“Me ji bo civaka xwe ev kampanya da destpêkirin”
Endama Rêveberiya Tevna Alîkariya Jinên Êzidî Ferîde Şengal qala vê kampanyayê kir û spasiya xwe ji her kesê ku bi wan re bûn alîkar ji bo serkeftina vê kampanyayê kir ku ji hemû kesên belengaz û muhtac re bûye hêvî kir û wiha got; “Em weke Tevna Alîkariya Jinên Êzidî ji bo bikarbiin bibin destek ji hemû civaka xwe re bi taybetî jinên Êzidî re me kampanyaya alîkariyê da destpêkirin. Ev kampanya bi awayekî serkeftî derbas bû. Gelek kesên xwedî wijdan kesên Êzidî û ne Êzidî eleqeyekî gelek mezin nîşan dan. Spasiya her kesê dikin em. Em jî weke civaka Êzidî her tim bi insaniyeta xwe tên naskirin. Kî be, li ku be, muhtacê alîkariyê be, çi ji destên me bê em ê texsîr nekin.”
Hêjayê bi bîrxistinê ye ku heya niha tu kesê ji vê nexweşiyê fêm nekiriye. Di heman demê de ji ber bêderfetiyan malbat nikaribûye bibe bijîşkên derve da ku bê zanîn sedema ji destdayîna jiyana wan kesan çi ye. Heya niha jî ev rewşa malbatê bi vî awayî berdewam dike.