Destanek ji Ranyayê heta Kobanê
Di demek ku wijdanê cîhanê li hemberî Rojava xwe ker û lal kiriye, li Başûrê Kurdistanê çîrokên wefadariyê tên nivîsandin Çîroka Husta Hacî Muslim ne tenê hewldek e, efsaneyek zindî ye sînorên hezkirinê derbas kiriye berê xwe daye Rojava.
Ranya- Di sala 2014’an de Kobanê bû sembola berxwedanê. Husta Hacî Muslim weke bi hezaran kesên vê xakê, koçberî başûrê Kurdistanê bû, li herêma Ranya dijî. Jiyan li vê derê bi aramî derbas dibû heta kêliya ku xetera êrîşan li ser Rojava dîsa çêbû. Di dema ku Rojava di bin êrîşan de bû, keça xwe ya sê salî ku li ber emeliyatê bû, hişt û ji bo parastina Rojava berê xwe da Rojavayê Kurdistanê.
Husta Hacî Muslim li nexweşxaneyê dema ku di telefonê de li dîmenên Rojavayê Kurdistanê temaşe dikir, her dîmenê dilê wî dişewitandin. Dema wan dîmenan dît, keça xwe li ser textê emeliyatê hişt û beşdarî seferberiyê bû berê xwe da Rojava.
Lamia Muslim xwişka Husta Hacî Muslim e beşdarî vê kêliya dîrokî bûye bi şanazî got: “Roja emeliyatê bû, Hacî nikaribû di cihê xwe de bisekine çaven wî ji bo Kobanê tije rondik bûn. Min jê re got; ‘Birayê min ger dilê te ne li vir be, li eniyan be here! Keça xwe mereq neke, em li vê derê ne û em ê jê re bibin dayîk û bav. Rê xeter bû, riya man û nemanê bû. Lê belê em serbilind in. Ew çû ji bo rûmeta me hemûyan biparêze. Jinên Kurd îsbat kirin ku her dem pêşengên şoreşê ne.”
Mereq nekin em li vir in moralê me weke çiyayan bilind e şervan gelek bi hêz û jîr in
Hacî Muslim niha li Rojava ye. Di nava dengê gule û êrîşan de bi hevjîna xwe Cîhan Mistefa re axivî û jê re got: “Mereq nekin, em li vir in moralê me weke çiyayan bilind e. Şervan gelek bi hêz û jîr in, em ê bi ser bikevin. Çawa keça min baş dibe, wê welatê me jî rizgar bibe.”