Derya Elî: Serxwebûna aborî hêz dide jinan

Parêzer Derya Elî, destnîşan kir ku serxwebûna aborî jinan di mijara biryargirtinê de bihêztir dike û got ku ev yek dihêle jin di rewşên tundiya nava malê û hevberdanê de xwe biparêzin.

HÊVÎ SELAH

Silêmanî – Beşdariya jinan a li jiyana kar, ji bo pêşveçûna kesane, fêrbûna jêhatiyên nû û pêşketina pîşeyî, dibe alîkar. Ev yek jî ji bo gihandina armancên xwe, dibe alîkar. Her wiha dibe sedem ku jin ji tenêtiya nav malê rizgar bibin û dahata xwe ya serbixwe bidest bixin. Bi vî awayî, dikarin hemû hewcedariyên xwe bi dahata xwe bicîh bînin û hewceyê kesê nebin. Di heman demê de, divê jin bizanin ku karkirin ne hewcedariyek demkî ye, pêdiviyek daîmî ye. Divê jin ne tenê di demên qeyranê de bixebitin; divê karkirin mîna pêdiviyek daîmî bibînin û xwe bispêrin dahata xwe.

Dema em li dîroka qeyranên ku gelê Kurd jiyan kiriye dinêrin, bi taybetî jî di pêvajoya qeyranê ya salên 1990’î de, tê dîtin ku asta beşdarbûna jinan a kar û hilberînê pir çalak bû. Tevî ku jinan nikarîbûn li derve bixebitin jî, bi karên destan, xwedîkirina ajalan û çandiniyê debara xwe dabîn kirine. Keda jinan di vê heyamê de di astek bilind de bû. Hejmarek pir kêm jin hebûn ku berpirsyariya dahata malbatên xwe negirtin ser xwe. Bi berhemên ku di hundirê malê de hilberandin re, zexta aborî ya li ser malbatê kêm dikirin.

Parêzer Derya Elî, der barê aliyên hiqûqî yên serxwebûna aborî ya jinan de ji ajansa me re axivî.

‘Serxwebûna aborî jinan bihêztir dike’

Parêzer Derya Elî da zanîn ku di dîrokê de ji ber bandorên çandî û olî, piştî zewacê tenê mêr dikarîbûn bixebitin û wiha axivî: “Lê di roja me ya îro de, di vê mijarê de hinek pêşketin tên dîtin û rewş baştir bûye. Serxwebûna aborî hêza biryargirtinê ya jinan zêde dike. Dema ku jin bi hevjînên xwe re pirsgirêk û nakokiyan dijîn, dikarin piştî hevberdanê li ser lingên xwe bisekinin. Jinên bê serxwebûna aborî, nikarin di demên pirsgirêkan û qeyranê de biryarên azad bidin.”

‘Mîqdara nefeqeyê ji bo xwedîkirina jin û zarokan têr nake’

Derya Elî, destnîşan kir dema ku jin di aliyê malbatê de piştgiriyê nabînin û rastiyê tundiyê tên, dahata serbixwe ji bo jinan alîkariyek bingehîn e û wiha got: “Ji ber ku piştî hevberdanê, fikara çawaniya xwedîkirina xwe û zarokên xwe û li kuderê jiyan kirine, jiyan nake. Jinên ku serxwebûna wan a aborî nîne û ji hevjînên xwe qût dibin, bi rêya biryarên dadgehê ji bo 3 salan mafê stargehbûnê digrin. Her wiha nefeqe tê dayîn û divê ev, ji aliyê hevjînê berê ve bê dayîn. Lê belê, dema ku bihabûn û lêçûnên bilind ên jiyanê ya roja me ya îro li ber çav tê girtin, mîqdara nefeqeyê ji bo xwedîkirina jin û zarokan têr nake.  Nefeqe, li gorî dahata mêr, hejmara zarokan û rewşa jinê tê diyarkirin.”

‘Ji ber dahata wê nîne, welayetê nedan dayîkê’

Derya Elî diyar kir gelek bûyerên ku ji ber dahata jinê nîne, welayeta zarokan bi biryara dadgehê didin bavan û axaftina xwe wiha domand: “Mînak, jinekî ku du zarokên wê hene, rastî tundiyek giran a hevjînê xwe hatiye û ev rewş bûye sedem ku jin hevsengiya xwe ya derûnî windacbike. Di dema dadgehê de ji ber vê hincetê daxwaza hevjinê wê hat qebûlkirin û zarok ji dayîkê hatin girtin. Di dema nebaşbûna rewşa derûnî ya dayîk û bavan de, dadgeh dema ku biryar dide zarok bide kî, rewşa wan a derûnî li ber çavan digre.”

Parêzer Derya Elî, di dawiya axaftina xwe de bang li jinan kir û wiha got: “Ez bang li jinan dikim ku her çend dahata wan kêm be jî, bila dahatek aydê xwe bidest bixin û bi rêya bidestxistina serxwebûna xwe ya aborî xwe biparêzin. Her wiha erka rêxistinên civaka sivîl û hikûmetê ew e ji bo jinan û ciwanan derfetên kar biafirînin.”