Dêrsim dê 14’ê Gulanê bersivê bide zilm û tunehesibandinê

Jinên Dêrsimê diyar kirin ku ew ê bi gotina “Em ê ji zilm û tunehesibandinê re bibêjin raweste” ji bo azadî û aştiyê dengê xwe bidin Partiya Çepên Kesk.

MEDÎNE MAMEDOGLU

Dêrsim- Li Dêrsimê xebatên hilbijartina ku dê roja Yekşemê bê kirin tên meşandin, namzeda Partiya Çepên Kesk Ayten Kordu rastî piştgirîyeke mezin tê. jinan li bajarê ku xwedî kotaya nûneran e, banga piştevaniya Partiya Çepên Kesk kirin. Jinan diyar kirin ku dê Ayten Kordu bişînin Meclisê û wiha axivîn: "Ev bajar dê ji li zilm û tunehesibandin’ re bibêje raweste.

Jinên ku beşdarî mîtînga ji aliyê Partiya Çepên Kesk ve li Dêrsimê ve hat lidarxistin bûn, nêrînên xwe yên der barê hilbijartinan de ji ajansa me re anîn ziman.

'Gelê Dêrsimê bi biryar û rast e’

Latîfe Turan, diyar kir ku li dijî mêtingeriyê disekinin û neçar in bi yekitiyê bi ser bikevin û wiha axivî: “Her roj polîtîkayên zext, qetilkirin û tirsandinê hene. Hemû kes vê yeke dizanin, em ê li dijî vê têbikoşin û bi ser bikevin. Ez bawer im, em ê bi ser bikevin. Ger mirin jî hebe, em neçar in li ber xwe bidin. Ez dengê xwe didim Partiya Çepên Kesk, ji ber ku em gelên bindest in, ji bo serkeftinê divê em bibin yek. Armanca me ya herî mezin ev e. Em yekitî, bihevrebûn û biratiyê dixwazin. Em êdî mêtingeriyê naxwazin. Neheqiyên li welatê me tên kirin diyar in divê em bi hev re li dijî wan derkevin. Gelê Dêrsimê her dem li dijî neheqiyê li ber xwe daye û wê vê carê jî li ser piyan bimîne. Helwest û biryara gelê Dêrsimê zelal e."

'Em ê jinan bişînin meclisê'

Fîdan Demîr bi gotinên “Divê ev hikûmet biçe" wiha berdewam kir: "Em diçin hilbijartinê, ez dengê xwe didim Partiya Çepên Kesk. Çima Partiya Çep a Keskan ji ber ku ez ji EMEP'ê me û ew pêkhateya me ye. Wekî jin helbet em ê dengê xwe bidin Partiya Çepên Kesk. Ji ber ku jinên me dê me li Meclisê temsîl bikin. Em ê jinan bişînin meclisê da ku ji vê hêzê re bibin yek. Em ê bi dengê xwe ji vê hêza yek zilamî re bibêjin 'êdî bes e.' Serdema desthilatdariyê bi dawî bûye. Divê ev hikûmet biçe.”

'Bila êdî ev zilm bi dawî bibe’

Ji jinên beşdarî mîtîngê bû Yildiz Gerçek jî diyar kir ku hebûna Kurdan tê înkarkirin û dixwazin ev yek bi dawî bibe. Yildiz Gerçek wiha axivî: “Partiya me Partiya Çepên Kesk dê bi ser bikeve. Ev dem û ev jiyan wê biguhere. Êdî hêrs û êşa dayikan dê bi dawî bibe. Ez hêvî dikim ku em ê bi ser bikevin. Ji ber ku baweriya min bi Partiya Çepên Kesk heye, ez ê dengê xwe bidim wê. Em çep in, em ê jiyana xwe, zimanê xwe înkar nekin. Ev têkoşîn bi salan e didome. Êdî bes e, bila ev êş û zilm bi dawî bibe."

'Dengê me ji bo Partiya Çepên Kesk e'

Nadîre Gok jî ji bo jinan wekheviyê xwest û wiha got: “Li Dêrsimê gelek tişt qewimîn. Em dengê xwe didin Partiya Çepên Kesk. Divê ev pergal wisa nexebite. Ev gel di vê pergalê de rastî hemû zilm, zordarî û neheqiyê tên. Beriya her tiştî em aştî, demokrasî û azadiyê dixwazin. Hemû jî di Partiya Çepên Kesk de ne. Niha herî zêde jin tên çewisandin û qetilkirin. Divê jin di rewşeke wekhev de bijîn. Em ji bo vê li her qadê têdikoşin."

'Dê ev hikûmet biçe'

Herî dawî yek ji jinên beşdarî mîtîngê bû Fatoş Can jî wiha axivî: “Dengên me ji bo Partiya Çepên Kesk, ji bo demokrasiyê ji bo aştiyê, ji bo hemû girtiyan, ji bo Partiya Çep a Kesk re ye. Ji ber van hemû tiştên ku kirine divê êdî hikûmet biçe. Divê em li dijî vê çi bikin? Divê em dengê xwe bidin. Werin em bi rêk û pêk dengê xwe bidin û li sindoqan xwedî derkevin. Haya gel ji her tiştî heye, pêwîst e vê desthilatdariya zalim têk bibe. Hemû têkoşin ji bo vê yekê ye.”