Nîka Şakaramî ya hat qetilkirin rastî êrişa zayendî hatiye

Hate zanîn ku Nîka Şakaramî di dema protestoyên Îranê de hatî binçavkirin, piştî 9 rojan cenazeyê wê hate dîtîn rastî êrişa zayendî hatiye.

Navenda Nûçeyan- Belgeyek ku tê diyarkirin ji aliyê hêzên ewlehiya Îranê ve hatiye nivîsîn û di çapeniyê de teyisî, derket holê di dema protestoyan de Nîka Şakaramî hatî binçavkirin ji aliyê sê erkdarên ewlehiyê ve rastî êrişa zayendî hatiye û piştre hatiye qetilkirin.

Piştî qetilkirina Jîna Emînî di sala 2022’an de Nîka Şakaramî ya 16 salî beşdarî protestoyên li dijî rejîmê hatin li darxistin bûbû û êdî tu xeber jê nehat girtin, piştî 9 rojan cenazeyê wê hatibû dîtin. Hikumetê îdea kir ku Nîka Şakaramî întihar kiriye.

Rapora ‘gelek veşartî’ ya derketî holê, derbarê doza Nîka Şakaramî de danişînek ku ji aliyê artêşa Muhafizên Şoreşê ya hêza ewlehiya parastina saziyên Îslamê hatî kirin kiriye. Di raporê de navên kujer, komutanên di asta jor de hewl didin veşêrin cih digre.

Di raporê de hûrgûliyên nexweş yên hêzên ewlehiyê li pişt erebeya ku Nîka Şakaramî lê hatî desteserkirin cih digre. Li vêderê Nîka Şakaramî rastî êrişa zayendî tê û tê derp kirin.

Hîcaba xwe şewitandibû

 Mirin û windabûna Nîka Şakaramî dengek mezin vedabû û wêneyên wê li Îranê bûbû yek ji nîşaneyên têkoşîna azadiyê jinan. Cenazeyê Nîka Şakaramî piştî 9 rojan dibin çavan de li morgek ya welat hate dîtin. Beriya Nîka Şakramî winda bibe di şeva 20’ê Îlonê de dîmenên wê yên li nêzî parqek ya navenda Tahranê li ser konteynira çopê hîcaba xwe di şewitand hatibû dîtin.