Derket holê ku li navenda lênêrînê ya Êlihê 29 kesan jiyana xwe ji dest dane
Li gorî agahiyên ajansa JINNEWS’ê, di lêkolînên li ser belgeyên li navenda lênêrînê hatiye kirin de di lênûskên kutukê de, daneyên ku 29 kesî li navendê jiyana xwe ji dest dane cih digirin.
Navenda Nûçeyan – Der berê îdiayên destdirêjî, îşkence, mirina bi guman û nelêritiyên cuda yên li Navenda Lênêrîna Şifayê ya Êlihê ku xizmetê dide nexweş, astengdar û extiyaran, operasyonek berfireh pêk hat û piştî operasyonê 16 kes hatin girtin.
Di rojên borî de dîmenên îşkenceyê yên li navendê, belgeyên der barê destdirêjiyê de, girtekên îfadeyan yên di dosyayê de cih girtine, belgeyên fermî û nîvîsên di navbera saziyan de û axaftinên xebatkarên navendê yên li ser whatsappê derketibûn holê.
Li navendê 29 kesî jiyana xwe ji dest dane
Li gorî daneyên ku ajansa JINNEWS’ê xwe gîhandê, di belge û dokumanên hatine bidestxistin de lênûsa kutukê hate lêkolînkirin. Li gorî qeydên di lênûskê de li navendê bi giştî 29 kesan jiyana xwe ji dest dane. Ji van kesan 3 li nexweşxaneyê, yek li cem malbatê, 25 kes jî li navendê jiyana xwe ji dest dane.