Derket holê ku kiryarê beraet kir berê jî destdirêjiyê li zarokan kiriye!

Derket holê ku kesê bi navê Kadîr M. li navçeya Silopiya Şirnexê ji ber sûcê “tacîza li dijî zarokan” dihat darizandin û hat berdan, li dijî hinek zarokên din jî heman sûcî kiriye.

Navenda Nûçeyan – Kesê bi navê Kadîr M. (52) ku li navçeya Silopiya ya Şirnexê esnaftiyê dike, di 17’ê kanûna 2021’ê de tacîza zayendî ya sîstematîk li zarokek 8 salî kir. Piştî zarokê tiştên bi serê wê hatin ji mamosteya xwe re parve kirî, bûyera tacîzê derket holê. Li ser giliyê malbata zarokê, derheqê Kadîr M. de doz hate vekirin.

Kadîr M. bi awayekî negirtî dihat darizandin û ji ber sûcê “tacîza zayendî ya sîstematîk li zarokê kiriye” li 1’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Cizîrê hate darizandin. Di duyemîn danişîna dozê ya di 27’ê îlonê de derheqê bersûcî de biryara beraetê hate dayîn. Parêzerên malbata zarok, li dijî biryarê îtîraz kirin.

Derket holê ku çend zarokên din jî tacîz kiriye!

Piştre derket holê ku bersûcê ku der barê wî de biryara beraetê hatibû dayîn li heman taxê tacîza zayendî li zarokên bi navê P.O. û L.O. jî kiriye. Li ser vê yekê malbat çûn Dozgeriya Silopiyayê û giliyê Kadîr M. kirin. Li ser giliyên zarokan, dozgeriyê der heqê Kadîr M. de dîsa lêpirsîn da destpêkirin.

Dê careke din were darizandin

Îdianameya nû ya bi sûcê “tacîza zayendî ya li dijî zarokan” der barê Kadîr M. de hatiye amadekirin ji aliyê 1’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Cizîrê ve hat qebûlkirin. Di îdianameyê de hat destnîşankirin ku zarok di îfadeyên xwe de ji dil in û hat gotin ku çend zarokên din jî heman giliyê kirine û vê yekê jî gumana heyî xurtir kiriye. Di îdianameyê de hat xwestin ku Kadîr M. were cezkirin.

Danişîna ewil a Kadîr M. dê di 27’ê sibatê de li 1’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Cizîrê were dîtin.