Derket holê ku birayê Gulîstanê ew qetilkiriye
Kujerê Gulîstan Şaylemez a li Amedê hat qetilkirin birayê Abdullah Şaylemez bi çeka ku pê Gulîstan kuştî ve hat girtin.
Amed - Gulîstan Şaylemez, duh di saetên êvarê de dema ku li hemberî Edliyeya bajarê Amedê yê Bakurê Kurdistanê dimeşiya ji aliyê birayê xwe Abdullah Şaylemez ve hat qetilkirin. Hat diyarkirin ku kujerê Gulîstanê Şaylemez Abdullah Şaylemez ji qeydên qamerayan hatiye tespîtkirin. Li navçeya Rezan bi çeka ku pê Gulîstan qetil kiriye ve hatiye binçavkirin. Li gorî agahiyan kujer di îfadeyên xwe yên di miduriyeta polisan de daye zanîn ku bi hinceta “namûsê” Gulîstanê qetil kiriye.
Hat hînbûn ku Gulîstan Şaylemez beriya 10 rojan serî li Miduriyeta Polisan a Rezanê daye û giliyê bavê xwe Abdulvehap Şaylemez û xizmê xwe A.S. kiriye. Her wiha di 14’ê sibatê de jî serî li Miduriyeta Polisan a Sûrê daye û giliyê bavê xwe û xizmê xwe kiriye.