Derhênera girtî Sîbel Tekîn hat berdan

Der barê derhênera belgefîlm û akademîsyen Sîbel Tekîn de biryara berdanê hat dayîn.

Navenda Nûçeyan - Derhênera Belgefîlmê Akademîsyen Sîbel Tekîn a ku di 17ê Kanûna 2022an de ji mala wê ya li Enqereyê bi hinceta dîmenên dokûmantajê yên ji bo demsala rojê hat binçavkirin. Dadgeha ku îtiraza ji bo girtîbûna wê nirxand biryara berdana wê da.

Tê payîn Sîbel Tekîn danê êvarê ji Girtîgeha Girtî ya Jinan a Sîncanê derkeve. Sîbel Tekîn di çarçoveya doza ku der barê wê de hatiye vekirin dê di 23’yê Sibata 2023’an de derkeve pêşberî dadgehê.