Derhênera girtî Sîbel Tekîn: Ez bi sebir li benda rojên azad im

Derhênera belgeselê Sîbel Tekîn a ku ji Girtîgeha Jinan a Sîncanê ku lê tê ragirtin namek şand, wiha got: "Ez bi sebr li benda rojên azad û adil im."

Navenda Nûçeyan – Derhênera Belgesel û akademîsyen Sîbel Tekîn a ku di 17’ê Kanûna 2022’an de li Enqereyê di serdegirtina mala wê de bi hinceta dîmenên dokumanterê belgeselê ji bo sepana seata havînê hatibû binçavkirin, ji Girtîgeha Girtî ya Jinan a Sîncanê ya le tê ragirtin nameyek şand.

'Ez bi sebir li benda rojên azad û adil im'

Sîbel Tekîn di nameya xwe de diyar kir spasiyên xwe ji hemû kesên kampanyaya "#SibelYanımdaydı" meşand, kir û wiha got: "Hêvîdar im ku hebûna min a demkî ya li vir di dawiya meha Sibatê de bi dawî bibe û ez ê dîsa bi kameraya xwe li kolanan dîmen girtine bidomînim. Ez bi sebir li benda rojên azad û adil im."