“Derbasnekirina alavên tendirustiyê xeteriyê ser jiyana sivîlan ava dike”
Desteya Tenduristî ya herêma Efrînê bi daxuyaniyekê dorpeça heyî û derbasnekirina alavên tenduristiyê ji bo kampên koçberan ên li herêmê şermezar kirin.
Şehba - Bi cih bûna koçberên Efrînê li Kantona Şehbayê ya Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê ambargo li ser herêmê ji aliyê Rêjîma Sûrî ve hatiye dayîn, lê di meha Îlona 2020'an de ev ambargo dijwartir bûye û pêdîviyên milet ên jiyanî û tendirustî derbasî herêmê nabin. Ji bo rakirina ambargoya ku li ser herêmê desteya Tendirustî ya herêma Efrîn daxuyaniyek li nexweşxaneya Avrîn a girêdayî navçeya Fafîn a kantona Şehbayê dan. Di daxuyaniyê de endaman Heyva Sor a Kurdî û hemşîreyên nexweşxaneya Avrîn amade bûn.
“Dorpêçek giran li ser herêma Şehbayê heye”
Daxuyaniya ku ji aliyê bijîşka nexweşxaneya Avrîn Cemal Silêman ve hatiye xwendin wiha ye: "Stratejiya dagirkirina Efrînê û koçberkirina gelê wê berdewamiya aloziya Sûriyeyê ye, her wiha domandina tevahî êş û azarên ku gelê Sûriyeyê dîtiye. Li şûna ku hemû kar û xebat ji bo dermankirina birîn û êşên Efrîniyan ji ber rewşa koçberiyê, lê mixabin îro tê dîtin ku erdnîgariya koçberên Efrînê li kantona Şehbayê ketiye hundir dorpêşiyekê ku her diçe dijwartir dibe û bi vê awayî hemû madeyên sûtemenî, derman, cihaz û amûrên tendirustî yên tedewiyê nayên derbaskirin. Tevî qedexekirina derbaskirina mirovên nexweş yên ku ji neçarî û kêm derfetên teknîkî hewcedarî çûna bajarê Helebê dibin. Di van demên dawî de rewşa ambargoyê gihêştiye astekî ku heta ambulansa veguhistina nexweşan a karen xwe yên mirovî li ser rêya Helebê dikin, hat sekinandin. Tengavkirina rêyên Helebê ji aliyê bendên rêjîma Sûrî de wê di encam de tendirustî yan jî jiyana hezaran ji sivîlên bê sûc û bê tewan ber bi xeteriyê ve bibe. Ev jî derveyî exlaqên mirovî û zagonên navneteweyî ne.
ji ber qedexekirina derbaskirina van madeyên jiyanî di nav de jî derman, rewşa xizmetên tendirustî yên tên pêşkêşkirin ji bo hemû pêkhateyên herêmê di nexweşxaneya Avrîn û navendên tendirustiyê de, gihêştiye asteke krîtîk û xeter. Mirov matmayî dimîne ji ber bêdengiya hemû aliyên xwedî bandor û komeleyên navneteweyî li hember van gavên tengavkirinê yên dijî rêgezên exlaqî û zagonên mirovî û navneteweyî. Bi navê hemû kesên ku di Kantona Şehbayê de dijîn di nav de hemû xebatkar û personelên tendirustî yên kar dikin di hemû saziyên tendirustî de banga me ji hemû komele û rêxistinên mirovî û navneteweyî ku ji bêdengiya xwe derbikevin û xwedî helwest bin li hember amborgeya ku li ser sivîlan tê kirin."