Derbarê lêpirsîna Medîne polat de biryara nepeniyê hate dayîn

Medîne Polat ku li Amedê dema ku li mala xwe rûniştibû bi guleya ku li serê wê ket jiyana xwe ji dest dabû, di lêpirsinê de biryara veşartî hatibû dayîn. Malbatê û Navenda Mafê Jinan a Baroya Amedê diyarkirin ku wê şopdarên bûyerê bin.

MEDÎNE MAMEDOGLU

Amed - Li taxa Sanayî ya navçeya Yenîşehîr a Amedê, di dîroka 13’ê Kanunê de Medîna Polat a 41 salî û dayîka 3 zarokan bi guleya ji camê ket hindirê mala wê jiyana xwe ji dest dabû. Ji bo lêpirsîna Medîne Polat biryara nepeniyê hatibû dayîn.

Medîne Polat dema ku di mal de li gel zarokên xwe rûniştibû, bi guleya ku ji camê hatî hindir de bi giranî birîndar bû, piştî ku zarokan xeber dan cîranan ew rakirin nexweşxaneyê, jiyana xwe ji dest dabû. Roja ku bûyer qewimî hevjînê Medîne Polat M Polat hatibû binçavkirin û piştî îfadeya emniyetê hatibû berdan. Polîsên ku qeydên HTS lêkolîn kirin, tesbît kirin ku M Polat di roja bûyerê de ne li mal bûye. Piştre zarokek 16 salî ku li aparatmana beramberî mala Medîne Polat rûdinê hate binçavkirin. Pencereya ku gule lê derbaz bûye ji bo ji aliyê tîman ve vere lêkolînkirin, ji cihê xwe hat derxistin.

Malbat wê bibe şopdarê bûyerê

Li gora îdiayan zaroka 16 salî dema di mala xwe de bi çekê dilîst, gule ji çekê derket li mala Medîne Polat ku li beramberî mala wan bû, ket. Derbarê zaroka ku tê îdiakirin hatiye binçavkirin de agahiyên berdanê tên. Derbarê mijarê de me bi malbatê re hevdîtin kir û endamên malbatê jî derbarê bûyerê de tu zanyarî nedan û diyarkirin ku wê şopdarê lêpirsîna bûyerê bin.

Dozger bi parêzeran re hevdîtinê nekir!

Endamên malbatê ku bûyerê ji cîranan bihîstine, dan zanîn dibe ku gule ji serbanê mala li beramber hatiye, lê belê ne xwediyê zanyariyek rast in. Derbarê bûyera bi guman hatî jiyankirin de dozger biryara nepeniyê da. Navenda Mafê Jinan a Baroya Amedê ji bo taziyê çûn gel malbatê. Parêzerên ku bi dozger re hevdîtin pêkanîn, dan zanîn ku dozger biryara nepeniyê hêcet da nişan daye û zanyarî bi wan re parve nekiriye. Navenda Mafê Jinan li ser hesabê xwe yê medyaya dijîtal derbarê bûyerê de daxuyanî dan û dan diyarkirin ku wê bibin şopdarê dozê.