Derbarê êrîşkarê komkujiya dûyem a li Parîsê de biryara girtinê hat rakirin

Derbarê êrîşkar William M. ku komkojiya dûem li Parîsê pêkanî biryara girtinê hate rakirin, gelê Kurd û dostên xwe li navenda çanda Kurdî ya Ahmed Kaya dest bi çalakiya nobetê kirin.

Navneda Nûçeyan – Di 23’ê Kanûnê de li paytexta Fransa Parîsê li dijî Navenda Çanda Kurd a Ahmet Kaya êrîşeke çekdarî pêk hat. Di êrîşê de Emîne Kara ya pêşengeke Tevgera Jinên Kurd, ji Tevgera Çandê hunermend Mîr Perwer (M. Şîrîn Aydin) û welatparêzê Kurd Abdullah Kizil jiyana xwe ji dest dan. Li dijî 2’yemîn komkujiya li ser Kurdan a Parîsê gelê Kurd li çar aliyên Kurdistanê û derveyî welat daket qadan û daxwaza ronîkirina vê komkoujiyê kirin.

Derbarê êrîşkar de biryara girtinê hate rakirin

Êrîşkar William M. ku li Parîsê li dijî navenda çanda Kurdî komkujî pêk anî, ji aliyê esnafên Kurd ên li derdor ve hate girtin û radestî polîsên Fransa kirin. Êrîşkar William M. hate binçavkirin û bi hêceta rewşa tendirûstiyê dan zanîn ku biryara girtinê rakirine.

Dozgeriya Parîs derbarê mijarê de daxuyanî da û bi hêceta rewşa tendirûstiya êrîşkar rakirine nexweşxaneya Psîkîyatriyê ya Muduriyeta Emniyeta Parîsê. Dozgerî di nava rojê de dauyaniyên cûda da û lêpirsîna ku dane destpê kirin fikra nijedprestiya bingeh girtiye û di îfadeyek din de ji sûcê ‘Cinayeta bi zanabûn û cinayetên nijadperestî’ û sucê ‘Bûyerek ya ddliye’ dan zanîn ku dest bi lêpirsînê kirine.

Siyasetmedarên Kurd û nûnertiyên wan dan zanîn ku ev ‘Êrîşek ya terorîstî ye’ û helwesta xwe nîşanî lêpirsîna ku dozgeriyê dayî destpêkirin dan.

Heta wergirtina cenaze dest bi çalakiya nobetê kirin

Gelê Kurd û dostên xwe ji gelek bajarên Avrûpa hatin Parîsê û dest bi çalakiyan kirin û li ber deriyê navenda Çanda Kurdî ya Ahmed Kaya ku lê komkujî pêkhatî dest bi çalakiya nobetê kirin.

Girseya ku li ber deriyê navenda Çanda Kurdî ya Ahmed Kaya hatîn ba hev, heta meydana République dest bi meşê kirin. Meşa ku bi deh hezaran kes beşdar bûyîn di nava wan de siyastemedarên Kurd û Fransî jî ammade bûn û komkujî şermezar kirin. Piştî ku çalakî bi dawî bû girseya ku xwestî ber bi navenda Çanda Kurdî ve biçin, polîsên Fransa rê nedan meşê û bi bombayên gazê û gazên rondikbar êrîşî girseyê kir, piştî êrîşî gelek kesên ku ji gazê bandor bûn, rakirin nexweşxanê û hat zanîn binçavkirin jî.

Li beramberî hemû êrîşan girse çûn ber navenda Çanda Kurdî ya Ahmed Kaya û li wê derê dest bi çalakiya nobetê kirin, hat zanîn ku heta ku cenaze neyê girtin û veşartin wê çalakiya nobetê berdewam bikin.