Derbarê endama KJAR'ê Warîşe Muradî îdeaname hate amadekirin

Derbarê endama KJAR Warîşe Muradî ku beriya salekê ji aliyê hêzên hikumeta Îranê ve hatibû revandin û piştî 70 rojan derket holê ku hatiye girtin, bi sucê ‘Li dijî ewlehiya netewî tevger kiriye’ îdeaname hate amade kirin.

Navenda Nûçeyan- Endama Komeleya Jinên Azad a Rojhilatê Kurdistanê (KJAR) Werîşe Muradî (Ciwana Sine) dî dîroka 1’ê Tebaxa 2023’an de li bajarê Sine yê Rojhilatê Kurdistanê hatibû revandin. Werîşe Muradî ku ji aliyê hêzên hikumeta Îranê ve hatî revandin 70 rojan jê xeber nehat girtin. Piştre hat zanîn ku Werîşe Murad li navenda binçavkirinê ya Sine ye û rastî îşkenceyê hatiye.

Tevna Mafê Mirovan a Kurdistanê di daxuyaniya ku dûh hatî dayîn de ragihand ku derbarê Werîşe Muradî ku li girtîgeha Evîn ya li Tahranê tê girtin piştî 6 mehan îdeaname hatiye amade kirin û di daxuyaniyê de wiha hate gotin: “Di hefteyên borî de derbarê Werîşe Muradî ji ber endamtiya Partiya Jiyana Azad a Kurdistanê (PJAK) bi sûcê ‘Li dijî ewlehiya netewî tevger kiriye’ îdeaname hatiye amadekirin. Di îdeanameya ku hatî amadekirin de şandin 15’emîn Şaxa Dadgeha Devrîm ya Tahranê.”