Derbarê bavê Jîna Emînî de biryara binçavkirinê
Bavê Jîna Emînî, Emced Emînî ragihand ku ji ber belvakirina peyamek li dijî erêkirina cezayê darvekirinê ya Pexşan Ezîzî ji aliyê dadgeha Îranê ve hatiye bangkirin û biryara binçavkirinê li ser hatiye dayîn.
Navenda Nûçeyan – Bavê Jîna Emînî ya ku di 16’ê Îlona 2022’yan de ji aliyê ‘polîsên exlaq’ yên rejîma Îranê ve bi êşkenceyê hate qetilkirin û bû çiruska Şoreşa ‘Jin, Jiyan, Azadî’, Emced Emînî têkildarî vexwendina wî ji bo dadgeha Îranê de li ser rupela xwe ya medyaya dîjîtal agahiyan belav kir.
Emced Emînî diyar kir ku roja înî (24’ê Çileyê) ji aliyê Dadgeha Şoreşê ya Seqîzê ve dosyayek bi tometa ‘propagandaya dijî dewletê’ û ‘belavkirina mijarên derew’ li dijî wî hate vekirin. Li ser vê yekê Emced Emînî ji bo dadgehê hate bangkirin û biryara binçavkirinê li ser hate dayîn. Emced Emînî destnîşan kir ku heta dema darizandinê dê were binçavkirin.
Têkildarî sedema vekirina dozê û binçavkirinê jî diyar kir ku ji ber belavkirina peyamek li dijî erêkirina cezayê darvekirinê ya Pexşan Ezîzî bû.