Derbarê Şadiye Manap de biryara bereatê

Şadiye Manap a piştî girtina wê ya 30 salî dîsa hat binçavkirin û hat girtin ji ber îddiaya "avakirin û birêveberina rêxistinê" doz lê hatibû vekirin. Şadiye di doza lê hatibû vekirin berat kir.

Navenda Nûçeyan – Şadiye Manap a ku di sala 1992'an de li Rihayê (Riha) hat binçavkirin, li Dadgeha Ewlekariya Dewletê (DGM) ya Amedê dihat darizandin, di doza ku der barê wê de hatibû vekirin de cezayê muebetê lê hat birîn. Şadiye Manap ku dema hat girtin tenê 24 salî bû, piştî 30 salan di 1'ê Kanûna 2022'an de hat berdan.

Şadiye Manap beriya ku ji girtîgehê derkeve di sala 2020’an de ji ber lêpirsîneke din hatibû binçavkirin û girtin. Şadiye Manap û parêzerên wê îro li 2'yemîn Dadgeha Cezayê Giran a Kocaeliyê ji bo rûniştina dawî ya doza ku der barê wê de bi îdiaya "avakirin û rêvebirina rêxistinê" hatibû vekirin amade bûn. Şadiye Manap bereat kir.