Der barê serokê AKP’yî de ji ber sûcê tecawizê lêpirsîn hat destpêkirin

Der barê Şaredarê Guluç a Zonguldakê yê AKP’yî Gokhan Mûstafa Demîrtaş de bi sûcê tacîz û tecawizê lêpirsîn hat destpêkirin.

Navenda Nûçeyan - Der barê Şaredarê Guluç a Zonguldakê yê AKP’î Gokhan Mûstafa Demîrtaş de ji ber sûcê tecawîza li karkerek jin lêpirsîn hat vekirin.

Di dosyaya lêpirsînê de gotinên şaredarê AKP’yî yên têkildarî jinan de bi kar anîn cih girt. Li gorî nûçeya Halk TV’yê; Gokhan Mûstafa Demîrtaş ê AKP’yî di sala 2017’an de jinek girtibû karê şaredariyê û 6 mehan bi devkî tacîz kiriye. Di heman demê di sala 2021’an de jî Demîrtaş ê AKP’yî li dijî jineke 2 meh bû dest bi kar kirî êrişa zayendî kir. Lêpirsîn didome û li dosyayê pevnivîsên nû hatin zêdekirin.

Der barê Gokhan Mûstafa Demîrtaş ê ku hêj jî li ser peywira xwe de ye, hê derheqê wî de tu lêpirsînên îdarî nehatine destpêkirin.