Der barê rojnameger Oznur Deger de lêpirsîn hat destpêkirin

Der barê rojnameger Oznûr Deger de bi hinceta nûçeya wê ya di 16'ê Tîrmehê de "Li ser fermandar Kamil Aksoy ê ku li Nisêbînê fermandar û îşkencekar e" çêkir lêpirsîn hat vekirin.

Navenda Nûçeyan- Serdozgeriya Komarê ya Mêrdînê li ser daxwaza Kamil Aksoy ê fermandar ku îşkence kar e li Nisêbînê bi hinceta ku di 16’ê Tîrmehê de nûçeya  der barê wî de çêkiriye li Midûra Nûçeyan a ajansa me JINNEWS’ê Oznur Deger lêpirsîn da destpêkirin. 

Dosyaya lêpirsînê ya ku bi îdaya "kesê têkoşîna dijî terorê hedef hatiye girtin" hat destpêkirin ji Serdozgeriya Komarê ya Amedê re hat şandin.

Oznur Deger di çarçoveya lêpirsînê de îro li TEM'a Amedê îfade da. Oznur

Deger di îfadeya xwe de sûdariyên der barê xwe de qebûl nekirın û destnîşan kir ku nûçeya wê xebateke rojnamegeriyê ye.

Ji aliyê din ve lêpirsîna ku di çarçoveya serlêdana sûc a der barê Kamil Aksoy de ya "erka xwe istîsmar kiriye" berdewam dike.